Di Salvegera Rizgarkirina Kobanîyê de, Êrîşên Tund li Ser Bajêr Dom Dikin

Derdora Bajarê Kobanê

Kurd dema di salvegra rizgarkirina Kobanîyê de peyman diweşînin, derdora bajêr rastî êrîşên dijwar yên grûpên çekdar yên hikûmeta Sûrî tên, îdîa heye ku leşekrê Erebî yê Sûrî dixwaze li bîranîna rizgarkirina Kobaniyê wî bajarî kontrol bike.

Çavdêrîya Medyayî ya (YPG) ku baskekê HSD'ê ye îro di peyameke xwe ya telegramê de ragihand got, “Kobanî niha rastî êrîşên gelek tund tê, bordomana bi racîme, roket û tankan û bi alîkarîya dronên Tirkîyê berdewam dikin.”

Çavkaniyeke HSD'ê dîsan dibêje “ew dixwazin bajarê Kobanîyê di bîranîna rizkarkirinê de car din bişkînin.”

Ji bo piştrastkirina raportê derbarê êrîşên ser Kobanîyê, Dengê Amerîka têkilî bi nava bajarê Kobanîyê re danî, çavkanîyekî got, “belê raste ji sê alîyan de êrîşên giran ser bajêr dibin, li bakur, başûr û rojava, li başûr li bajarokê Çelebîyê, xirab Îşk û derdora wan, li rojhilat jî li gundê Bedirxan, li rojava jî li gundê Qasmîyê û çendîn gundên li ber çemê firatê.”

Çavkanîyê got “Bi tangan û dronan êrîş dikin, li gundê Xirab Îşk komkujiyek çêbû, 5 kes ji malbatekê hatin kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn.”

Li Kobanîyê peywendîyên bi rêya Înternet û telefonan çendî diçe qelstir dibin, jiber wê yekê çavkanîyê ji nava Kobanîyê gote Dengê Amerîka “hurgilîyên zelal li dor qurbanîyan bi temamî nayên zanîn, lê tê gotin ku jiber êrîşan û bombebaranê kesên kuştî li jêr xirbeyan jî hene.”

Çavkanî dibêje, “Agahîyek heye û hatîye tekezkirin ku dronên Tirkîyê jî beşdar êrîşên dibin.”

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) îro Duşemê 26ê Çile da zanîn ku "bi binpêkirina agirbestê, gundên li başûrê bajarê Eyn El-Ereb (Kobanî) bi çekên giran hatin armanckirin," qurabnî di êrîşê de hene lê hejmar bi zelalî nayê zanîn.

Hikûmeta demkî ya Sûrîyê berî du rojan ragihand bû ku wan bi HSD'ê re agirbestek 15 rojî ragihandîye. Heta niha HSD'ê û Hikûmeta demkî ya Sûrîyê çendîn car in ser binpêkirina agirbestê hevdu tawanbar kirine.