Berpirsekî Kurdên Sûriyê Dibêje ew bi Hikûmetê re Gihîştine Rêkeftinekê

Serokê meclîsa berevaniya bajarê Kobaniyê Ismet Şêx Hesen îro Yekşemê di konferanseke rojnamevî de ragihand ku ew bi Rûsya û rêjîma Esed re gihîştine rêkeftinekê ku li gor wê dê hêzên rêjîmê nêzîk derbasî bajarê Kobaniyê bin.

Şêx Hesen got:

“Me bang li hemî welatan kir, li civaka navnetewî û komkara Erebî jî, lê kesekî birîna me derman nekir. Pêwîst bû em bi xwe çareseriyekê bibînin… niha me û Rûsan û rêjîmê li hev kiriye û wê îşev werin.”

Wî got ew dixwazin jin û zarokan ji komkujiyan rizgar bikin.

Çalakvan û wênegir Salih Mislim ku li konferansa Şêx Hesen amade de, di pêwendiyeke telefonî de ji Dengê Amerîka re got ku xelkê Kobaniyê vê gavê bi erênî pêşwazî dikin û dibêjin ewê metirsiya derbasbûna Tirkiyê û hêzên opozisyona Sûriyê ji nav bibe.

Tilfizyona dewleta Sûriyê jî got hêzên hikûmetê bi aliyê bakur de diçin, ji bo redkirina êrîşa Tirkiyê, lê agahiyên berferehtir nedan.