Yado Ciwan: Bi Hezaran Kes Hatin Ba Hev Bo Biştgirtina Serxebûna Kurdistanê

yado ciwan

Bi beşdarîbûna hezaran kes ji revenda kurdî li Almaniya, di Îro di roja Şemiyê de li bajarê Kolnê, Festîvala Serxwebûna Kurdistanê hate lidar xistin, ku dengbêj, hunermend û kedsayetên siyasî têde amade bûn.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan û sernivîsê kovara Şemamok Yado Ciwan re kir, ku li wir amadebû û gotina nivîskar û lêkolîner İsmail Beşikçi ji zimanê Tirkî wergerandibû zimanê Kurdî.

Birêz Yado dibêje: "Bi hezaran kes li vê festîvalê amadebûn, ji bo serxebûna kurdistanê, kesyatên serbixwe, hin rêxistinên sivîl jî amade bibûn ji bo piştevaniya serxebûna Kuridtana başûr bikin."

Herwiha jî birêz Yado anî ziman, ku amadebûna kesekî mîna Dr. Ismail Beşikçi di festîvalê de girîng bû, ji ber keda wî ya mezin di ber doza kurdî de û ew cihê rêzgirtinê ye.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Yado Ciwan-8-26-2017-LA