Komandoyên Tirkîye roja Duşembî ji helîkopteran hatin xwar da ku serhildayên Kurd nizîkî sinorê Îraqê dorpêç bikin.
Serbazên peya û helîkopterên cengî hêriş kirin ser armancên serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê, piştî di hêrişên ser sinorî de 12 serbazên Tirk li demê du rojên bûrî hatin kuştin.
Berpirsê leşkerê Tirkîye, Ceneral Îlker Başbug dibêje leşkerê Tirkîye balafirên Îsraîlî yên bê firokevan bikar anîne ji bo çavdêrî kirina bingehên serhildayên PKK-ê li bakûra Îraqê.
Roja Duşembî Amerîkayê piştevaniya xwe ji bo Enqere ragehand û balyozê Amerîkî James Jeffrey got PKK dijmina hevbeşa Tirkîye û Amerîka ye.