Karmendên mafên mirovan dibêjin hêzên Sûrî roja Heynî teqe li xwenîşanderan kir û bi kêmî 31 li wan li bajêrê Homs kuştin, di wextekî de ku xwenîşadanên dijî hikûmetê berdewamin.
Bizavkar dibêjin hêzên parastina Sûrî her weha rêberê rikeberiyê Riad Seîf desteser kir di nav xwenîşandaneka dimokrasîxwaz da li Mîdan li naverasta Dîmeşqê.
Di ser hindê ku hikûmetê hêzên parastinê li seranserî welatî belav kirîne, lê şahid dibêjin roja Heynî bi dehan xwenîşanderan dirûşm didan û daxwaza ladana hikûmeta serok Beşar el Esed kir.
Ajanas peyamên Reuters li ser zarê şahidan radgehîne dibêjin hêzên parasetinê teqe li xwenîşanderan kir li bajarokê Tel, li bakura Dîmeşqê.
Li heman dem, Neteweyên Yêkgirtî roja Heynî ragehand ku Sûriya razî bu rêkê bidete desteyeka mirovanî bo vekolînê li ser destûdarê biçîte wî welatî. Li Bruksel, karbidestên Yêkitîya Ewropî dibêjin yê hizra danan tolan diken li ser 14 karbidestên Sûrî ku dest di tepeser kirina xwenîşanderan da hebû ye.