Beşdarên Konferansa Lîbya Ser Nexşerêyekê li Hev Dikin

Konferansa Lîbya ya li Berlîn ya paytexta Almanya bi dawî bû.

Serokên 12 dewletan û 5 rêberên sazîyên navneteweyî beşdarî konferansê bûn.

Serokwezîra Almanya Angela Merkel piştî konferansê da zanîn ku wan li ser ‘’planeke berfireh’’ li hev kiriye.

Merkel dîyar kir ku bi nexşerêya hatiye hazirkirin re, agirbesta demkî ya li Lîbya dê bibe ya mayînde û hemî alî dê ji berê pirtir li gor ambargoya çekan ya Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî tevbigerin.

Li gor nexşerêyê, Neteweyên Yekbûyî (NY) dê bo çavdêrîya agirbestê komîsyonên teknîk çêke û alîyên agirbestê binpê bikin dê bi toleyên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî re rû bi rû bimînin.

Sekreterê Giştî yê NY'ê Antonio Guterres jî dîyar kir ku hemî beşdaran daye zanîn ku ewê hewil bidin ku rê li ber gurbûna girjîyê bigirin.

Guterres da zanîn ku welatên Ewrupî dê di jinûve avakirina Lîbya de erkên girîng bi cîh bînin.

Şerê navxweyî ya Lîbya di sala 2011’an de destpê kiribû û hewildanên lihevkirin û aştîyê bi ser neketibûn.

Rojavayê Lîbya di bin kontrola hikûmeta Fayez El Sarac de ye û li rojhilata wî welatî jî hêzên General Xelîfe Hafter çalak in.