Konferansa Ziman û Wêjeya Kurdî li Zanîngeha Hakkarî

Konferansa Ziman û Wêjeya Kurdî li Zanîngeha Hakkarî

Ji alîyê Zanîngeha Hakkarîyê ve di navbera 16-18 Tîrmehê de de konferansa Ziman û Wêjeya Kurdî tê li darxistin. Ji bo konferansê ji walêt û derveyê walêt 29 akademisyen, zimanzan û nivîskarên Kurd dê di konferansê de gotaran bidin. Çend kesên ku beşdarê konferansê bivin ev in: Ji Fransayê Halkawt Hakem, Îbrahim Seydo Aydogan , Engin Opengin, Reşo Zilan, Yilmaz Ozdil; Ji Britanyayê Haşim Ahmedzadeh; ji Swêdê Ehmed Huseynî, Ferhad Şakely; ji Awusturyayê Celîlê Celîl; ji herêma Federala Kurdistanê Behroz Şucaî, Mueyyed Teyîb, Bavê Naze, Ferhad Pîrbal, Letîf Helmet, Eskerê Boyîk; ji Stenbolê Samî Tan, Kawa Nemir; ji Mardînê Kadrî Yildirim, Selim Temo; ji Diyarbekirê Sûleyman Çevik, Roşan Lezgin, Arjen Arî, Ronî War, Ahmet Aras, Feratê Dengizî; Ji Çolemêrgê Îhsan Çolemerikli û Tahir Yaşar

Ji bo konferasnê rektorê Zanîngeha Hekkariyê Prof.Dr.Îbrahim Belenlî daxuyaniyeke weşand. Di daxuynaiyê de hatiye destnişan kirin ku her ziman bi xwe ji dîroka milletan cuda dibe herwiha ziman îro bi kesên ku bi wî zimanî dipeyivin dijî. Rektorê zanîngeha Hekkariyê dibêje ku zimanê Kurdî ji îro zimanekî weha ye... Ji ber ku zimanê Kurdî îro li gelek welatên ji hevdu gelekî cuda tê axavtin û pêşketin û bikaranîna wî jî li gora wan welatan diguhere. Ev guherîn û cudahîyên ku di navbera beş an jî welatên ku Kurdî lê zimanekî zindî ye de tên dîtin, bê guman ji ber gelek sedeman peyda dibin ku rewşa wan welatan ya siyasî û civakî di nava van sedeman de ya herî giring e.

Di daxuyaniyê de li ser taybetiya zimanê Kurdî hatiye sekinadin û weha hatiye gotin ‘Bivê nevê, li her warê ku lê tê axavtin, zimanê Kurdî ji xwe re dîrokeke taybetî ava kiriye û zarava û devok bi awayekî gellekî zelal jîndar in ku ev rewş ji bo lêkolînerên zimannasî û wêjeyê warekî gellekî dewlemend dide peydakirin. Hatiye diyarkirin ku digel vê dîroka xwe ya taybetî jî, zimanê kurdî yê ku bi milyonan însan pê dipeyivin, wêjeyek ava kiriye û ji Melayê Cizîrî, Ahmedê Xanî , Nalî û heta bi Mahmûd Baksî û Mehmed Uzun û Goran û Hejar Mukriyanî, bingehê wêje yeke xurt daniye. Herweha îro jî li ser wî bingehî milkekî dewlemend tê avakirin.’

Di dewamiya daxuyaniyê hatiye destnişan kirin ku qiymetê zimanê Kurdî li Rojhilata Navîn û Tirkîyê bilindtir dibe. Herweha nîqaş û çalakîyên di warê Kurdolojiyê de, çi semîner çi konferans, zêdetir dibin û Kurdî teva wêjeya xwe êdî ji malan derdikeve û bi awayekî serbest di warê îdarî û akademîk de jî tê bikaranîn. Daxuyani weha dewam dike, ‘lê belê, weke ku tê zanîn, li Rûsyayê, li Ewropayê û li hin welatên Rojhilata Navîn, ziman û wêjeya Kurdî berê jî bûne cihê lêkolînên giranbiha, digel ku van demên dawîn êdî behsa wê dibe ku li Turkiyeyê jî ev lêkolîn bi rêya zanîngehan ve werin kirin.’

Daxuyani bi hin pirsan bi dawî dibe ku ev pirs di heman demê de fikra çêkirina konferansê jî derxistiye holê.

-Lê gelo ev bingehê ku em behsa wî dikin çawa hat danîn, li ser wê milkekî çawa tê avakirin?

-Rewşa ziman û wêjeya Kurdî îroj çi ye?

-Li gora lêkolîneran çi taybetmendîyên wêjeya Kurdî hene ?

Zanîngeha Hekkarîyê bi van pirs û pirsgirêkan, rojên 16, 17 û 18'ê tîrmeha 2010'an, konferanseke mezin ya sê rojan li dar dixe û bi vê armancê, lêkolîner, akademîsyen û nivîskaran li Culemêrgê dicivîne. Di çarçoveya konferansa ziman û wêjeya Kurdî de di vî sê rojî de hin bizavên kulturî jî dê were li dar xistin. Nişandana filmên sinemayê, pêşengeha wêneyên, Dîwana Dengbêjan û stund up’a bi kurdî jî dê konferansê rengîntir bike.

Zanîngeha Hekkariyê du sal berê hat sazkirin û ev cara yekem e ku di zanîngeheka dewletê de di vê çarçoveyê de bi zimanzan û akademisyenên Kurd re konferanseka li ser zimanê kurdî tê lidarxistin.