Îro Sêşemê li bajarê Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê kongreke ji 103 alîyên siyasî li ser asta Sûrîyê hat darxistin.
Di destpêka kongrê de Ekrem Hiso, pêşwazî li mêvanan kir û dû re komîteya rêvebir ya kongrê hat destnîşankirin.
Aldar Xelîl ji Dengê Amerîka re got, ne rast e ku kongreya Dêrikê bersiva civîna Riyadê ye ku Rêvebiriya Xweser jibo wê nehatibû vexwendin.
Hêjayî gotinê ye, Hêzên Sûrî yên Demoqratîk (QSD) jî di komîta amadekar ya kongra Dêrikê de cîg digire.
Berdevkê QSD Riyad Silo got, di encama kongrê de wê organeke siyasî ji 103 hêzên siyasî pêk were û wek QSD ewê wek sîwana xwe ya siyasî hilbijêrin.
Wezîrê Karê Derve yê Kantona Cizîrê Abdulkerîm Omer ji got dîyar kir ku kongre jibo gelê Kurd pir giring e.
Your browser doesn’t support HTML5
ZO_12_8_15_Kongreya_Derike