Kongresa Amerîka Îro jibo Erêkirina Seroktîya Biden Dicive

Berîya civîna Desteya Hilbijêran Kongresa Amerîka

Qanûndanêrên Amerîkî îro Çarşemê di nav xwepêşandanên alîgirên Trump de jibo erêkirina seroktîya Joe Biden dicivin.

Di rûniştineke hevpar ya Kongresê de, dengên Desteya Hilbijêran dê were jimartin û erê kirin.

Serok Donald Trump dê di rûniştinê de bi rengekî fermî bo betalkirina encaman hewil bide û hinek qanûndanêrên Komarî jî soz dan ku ewê piştgirîya wî bikin.

Lê, hema hema eşkereye ku ewê ev pêşnî yara Trump neyê qebûl kirin.

Ji alîyê din Alîgirên Trump dijî pejirandina Briden ji alîyê Kongresê ve li paytext Washingtonê dicivin ku xwepêşandanê pêk bînin.

Bi sedan hezên Zerevanîya Neteweyî (National Guard)li paytext hember îhtîmala alozîyan têne erkdar kirin.

Du civatên Kongresê - Civata Nûneran û Civata Senatoran - dê rûniştina hevbeş îro li dar dixin, ku ew ê belgeyên morkirî yên ji 50 eyaletên Amerîkî ku tê de tomarên dengên Desteyên Hilbijêran (Electoral College) hene, vekin.

Li gor sîstema Amerîka, hilbijêran dengê xwe jibo bijartina 'hilbijêran' bi gotineke din bo delegeyên Desteya Hilbijêran (Electoral College) bi kar anîn.

Ev endamên Desteya Hilbijêran piştî hilbijartinê gîştî ya bo seroktîyê dicivin û serokê nû bi fermî bi dengdaneke dîyar dikin.

Joe Biden di çarçoveya sîstema Desteya Hilbijêran 306 deng û Donald Trump jî 232 deng bi dest xistibûn.

Nûnerên ji du civatan wê encamên dengdana Desteya Hilbijêran ya îro bixwînin û jimartineke fermî bikin.

Di nav partiya Komarî de perçebûnek heye, tê payîn ku bi dehan Komarî yên Civata Nûnerên û komeke piçûktir ya Senatoran dijî encamên jimartina hin eyaletên biryardar derkevin.

Senator Ted Cruz pêşengîya komeke bi qasî bi dehan senatoran dike ku dixwazin ragihandina encama dengdana Desteya Hilbijêran bo 10 rojan were pêşvexistin. Ew îdia dikin ku divê derbarê sextekarîya hilbijartinê seroktîyê de lêpirsîn werin kirin.

Cîgirê Serok Mike Pence - yê ku wek serokê Senatoyê ye û dê seroktîya û rûniştinê bike û serfirazîya Biden dîyar bike - got ku ew pêşwazî li hewildana Cruz dike.

Nerazîbûnên ku ji hêla endamekî Civata Nûneran û endamekî Senatoyê ve were ragihandin, divê ji hêla qanûndanêrên ve, piştî dengdanê di civîneke bi 2 saetan de were nirxandin.

Lê, jibo ku nerazîbûn were pejirandin, divê piranîya her du civatan dengê erênî bidin.

Komarî piranîya li Senatoyê kontrol dikin lê hin endamên wan jixwe gotibûn ku ewê li hember encamên hilbijartinê nesekinin.

Hevdem, Demokrat di Civatê de piranî ne.

Komarîyên payebilind gotibû ku rola Senatoyê di pejirandina hilbijartinê de bi piranî merasîmî ye û divê ev ji bo nîqaşeke pirtir dirêj ya ser encamê ne be derfetek.

Rêberê Piranîya Komarî ya Civata Senatoran Mitch McConnell jixwe berê serkeftina Biden qebûl kiribû û herwiha ji Komarîyên din xwestibû ku dij der nekevin.

Li gor qanûna hilbijartinê ya Amerîka, di pêyvajoyê de erka Pence bi tenê rêvebirî ye, lê Trump ji cîgirê serokwezîr xwest ku alîkarîya wî bike.