Meclisa Herdemî ya Kongreya Civaka Demokratîk , piştî civîna du rojan ku li Diyarbekirê hat li dar xistin, bi encamnameyekî bidawî bû. Encamname bi civîneke çapameniyê ji aliyê parlamentrê DTP yê berê û hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk ve hat xwendin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk banga rawestandina operasyonan kir û diyar kir ku di civînê de biryara xebatên xweseriya demokratîk û boykota referandumê hatiye dayin.
Ahmet Turk weha dewam kir : “ Em di wê baweriyêde ne ku biryara PKK ya bêçalaktiyê, ji bo aşitiya civakî, fersendeke dîrokî ye. Em jî bang li dewlet û hikumetê dikin ku opersyonên leşkerî û siyasî bidine sekinandin. Her wiha divê gelê Tirk jî xwedî li aşitiyê derkeve û li ber şer ra be.” Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk destnîşan kir ku ger ji aliyê dewletê bersiva bêçalaktiyê neyê dayîn indî ewê rû nebînin ku careke din banga agirbest an bêçalaktiyê li PKK’ê bikin.
Ahmet Turk got ji bo pengava muzakereyê dest pêbike divê ji aliyê dewlet û hikumet û partiyên opozisyonê gavên bibawerî werine avêtin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk ji bo vê jî çend xalan diyar kir. Li gor vê :
-Ji bo serokê PKK Abdullah Ocalanî dikaribe rola xwe ya çareseriyê bikar bîne, divê bingeha şertên muzakereyên bi wi re werin amede kirin,
-Divê qanuna bingehin ya demokratîk were amade kirin,
-Divê siyasetmedarên kurd û endamên aşitîyê ên girtî werin azad kirin,
-Divê benda hilbijartinê ya % 10 ku li pêşiya partiyên siyasine, were daxistin,
-Divê qanuna tekoşîna li dijî terorê jî tê de tevekî qanunên dijî demokrasiyê ne werin rakirin.
Siyasetmedarê kurd diyar kir ku divê ji ali rayedaran were taahut kirin ku pişitî 13 Îlonê ev xalên ku hatine birêz kirin bikeve rojevê.
Ahmet Turk di derbarê dexwaza “Xweseriya Demokratîk” de jî weha got “ ev ne projeya veqetandinê ye, ev, projeya jiyana bi hevdu re ye.” Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk da zanîn ku di paşerojê de ewê li ser projeya xweseriya demokratîk komxebatekî jî li dar bixin.
Siyasetmedarê kurd da zanîn armanca wan ewe ku, ji bo çareserkirina pirsa kurdî di serî de Abdullah Ocalanî û PKK jî tê de, ew kes û hêzên ku dikaribin di çareseriyê de rol bigrin, bi wan re diyalog û muzakereyan bikin.
Ahmet Turk diyar kir ku Kongreya Civaka Demokratîk ji bo yekitiya netewa kurd berpirsiyariyê daye ser milê xwe û ji bo Konferansa Netewa Kurd were li dar xistin, xebatên xwe dewam dikin.
Turk destnişan kir ku Kongreya Civaka Demokratîk piştgiriyê dide biryara boykota referandumê.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk di dawiya civînê de li ser pirsê rojnamevanan got ku ji ber şer, pevçûn û kuştinan, sebra gelê Kurd û Tirk nemaye.Ev pirsgirêk ne tenê ya kurdan e, ev pirsgirêka Tirkan e jî û ji bo çareseriyê pêdivî bi piştgiriya hikûmetê heye.