Kongreya Cuhî ya Cîhanî (WJC) daxwazê li hikûmeta Amerîkî dike gumanbarekê 88-salî teslmê Belgradê bike ku bi encam dana tawanan li rîza hêzên Nazî li demê Şerê Cîhanî yê Duyem hatiye xetabar kirin.
Serokê WJC Ronald Lauder dibêje belgehên berçav hene ku tawanên gumanbar Peter Egner piştrast dikin û pêdivye Amerîka bi zûtirîn dem wî tawanbarî teslîmê Belgradê bike.
Dozgerên Serbistanê li sala bûrî jimareka belgehan eşkere kirin ku Peter Egner bi tawanên sala 1941 heta 1943’ê li Yugoslavya berê girê didin.
Belgradê fermaneka navneteweyî ya desteser kirina Egner belav kir û daxwaza teslîm kirina Egner li Washingtonê kiriye.
Peter Egner li Yugoslavya berê ji dayik bû û paşî nasnama Amerîkî wergirt. Egner, endametiya xwe li Einsatzgruppe red dike, ku hêzeka mirovkuja ser bi Almanya Nazî bû.