Wezîrê Dervê yê Koreya Bakur Ri Yong Ho dîyar kir ku ger Amerîka bixwaze danûstandinên nû bike jî dê sekna Pyongyangê neguhere.
Serok Trump gotibû ku jiber ku Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un xwestiye ku ‘’tole bi temamî pûç bibin’’ hilcivîna bi wî re bi dawî bûye.
Ri da zanîn ku di danûstandinan de wan ‘’ne temamê toleyan, lê tenê pûçkirina beşeke wan’’ xwestiye.
Wî dîyar kir ku Pyongyangê di danûstandinên de ‘’pêşnîyazên rast’’ pêşkeş kirine û got ku wan daye zanîn ku ew dikarin bi çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî (NY) Navenda Lêkolînên Navokî yên Koreya Bakur bigirin.
Trump û Kim Jong Un piştî hilcivîna li Sîngaporê li Hanoî ya Vîetnamê cara duyê kom bûbûn, lê ji civînê ti peyman derneketibû.
Wezîrê Koreya Bakur Ri dîyar kir ku ‘’fersendeke mîna Hilcivîna Vîetnamê’’ careke din bi zor bi destê wan dikeve.
Ri da zanîn ku di rojên pêş de ger Washington bixwaze bicive jî ewê sekna xwe neguherînin.