Karbidestên Her Du Koreya Civîna Amadekarî Pêk Anî

Wêneyeke arşîvê ji civîna her du alîyan li gundê Panmunjom

Karbidestên Koreya Bakurî û Koreya Başûrî jibo hilcivîna dawîya vê mehê, îro Pêncşemê axaftinên amadekarî pêk anîn.

Civîn li gundê Panmunjom ya ser tixub hate kirin û mijarên wek ewlekarî, protokol û şopandina rojnamevanan ya hilcivîna 27ê Nîsanê ya navbera rêberê Koreya Bakurî Kim Jong Un û serokê Koreya Başûrî Moon Jae-in hatin gotûbêj kirin.

Ofîsa Moon ragihand ku her du rêberan li hev kir hûrgilîyên mijarên gotûbêjkirî bi bîragiştî re neyên parve kerin.