Koreya Bakûr dibêji minawerên leşkerî yên hevpişk ku biryarê bihêne kirin ji layê Amerîka û Koreya Başûr ve gefeke mezin e bo tenahîya Nivgirava Koreyî û cîhanê.
Ev daxwuyanî roja Çarşembî hate dan ji alîyê Ri Tong Il, peyivdarê şanda Koreya Bakur li Civata Parastinê ya Welatên ASEAN li Hanoi.
Amerîka û Koreya Başûr vê heftiyê ragehand ku ji roja Yekşembî bo çar roja dê minawereke leşkerî li Derya Japanê destpê dikin. Minawere dê bête kirin wekî bersiveke beramberî niqo bûna gemiyeke cengî ya Koriea Başûr li 26 meha Adarê ku bû egera mirina 46 deryavanan. Li dîv vekolîneke navneteweyî diyar bû ku Koreya Bakur ew gemî binav kirîbû, ku Pyongyang wê tawanê înkar û haşa dike.