Serokê Koreya Başûr Lee Myung-bak, serokê berê yê hêzên hevbeş yên leşkerî, wekî wezîrê nû yê berevanîyê binav kir.
Karbidestên wî welatî dibêjin, generalê karkenar Kim Kwan-jin dê şûna Kim Tae-yound bigire, ku roja Pêncşemê karvekêşana xwe dabû. Birêz Kim hatibû rexne kirin, jiber bersîvdana hêdî û dereng li hember êrîşa kujêr ya Koreya Bakur.
Her wiha îro Înîyê, qumandarê Amerîkî yê Qumandarîya Neteweyên Yekbûyî General Walter L. Sharp serêdana girava Yeonpyeong kir, jibo pêkanîna hevdîtinan, ligel qumandarên leşkerî û çavdêrî kirina zîyanên êrîşa topî ya Koreya Bakurî.
General Walter L. Sharp bang li Koreya Bakur kir ku careke din êrîşên wî rengî neke. Sharp her wiha ligel rêvebirên Qumandarîya Neteweyên Yekbûyî kom bû ku rewşa heyî gotûbêj bike.