Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) roja Şemiyê êrîşa ku li ser zeviyên Gazê yên Kormorê li Herêma Kurdistanê pêkhatî şermezar kir ku di êrîşê de 4 karkerên Yemenî hatin kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.
UNAMI di peyamekê de bi rêya platfoma X'ê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest, û got em hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazin,
UNAMI pêşwazî li ragihandina hikûmeta Îraqî kir bo destpêkirina lêkolînan derbarê êrîşa ser Kormorê.
Di vê çarçoveyê de Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina L. Romanowski bi tundî êrîşa li ser jêrxana enerjiyê li Herêma Kurdistana Iraqê şermezarkirina.
Romanowski daxwaza vekirina lêkolîneke dadmend li ser bûyerê û dadgehkirina tawanbaran kir û tekezî li ser wê yekê kir ku Amerîka li ser berdewamiya hevkariyê ligel hikûmetên Bexda û Hewlêrê ji bo piştgirîkirina ewlehî, aramî û serweriya Iraqê ye.
We strongly condemn tonight’s attack on energy infrastructure in the Iraqi Kurdistan Region and understand workers at the site were killed and injured. We urge Iraqi authorities conduct a full investigation and bring those responsible to justice. We express our condolences for…
— Ambassador Alina L. Romanowski (@USAmbIraq) April 26, 2024
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di daxuyaniyekê de ragihand ku êrîşên bi vî rengî "Binpêkirina serweriya Iraqê" ye.
Zeviyên hilberîna enerjiyê yên Koromorê di çend salên borî de bûye armanca êrîşan, û ti aliyekî berpirsyariya wan negirtiye ser xwe, lê ev cara yekem e ku êrîşek dibe sedema kuştinê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrîşa ser Kormorê şermezar kir û bi rêya platforma Xê got "Ez bi tundî êrîşa dronan ya li ser zeviya gazê ya Kormorê li navçeya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê şermezar dikim, ku mixabin di encamê de şehîd û birîndar çêbûn."
زۆر به توندى سهركۆنهى هێرشى درۆنيى ئهم ئێوارهيهى سهر كێڵگهى گازى كۆرمۆر له سنوورى قهزاى چهمچهماڵ له پارێزگاى سلێمانى دهكهم كه بهداخهوه شههيد و بريندارى لێكهوتووهتهوه و بووهته هۆى پچڕان و كهمبوونهوهى بهرههمهێنانى كارهبا و لهكاروهستانى وێستگهكه.…
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) April 26, 2024
Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Masour Barzanî di peyamekê de êrîş şermezar kir û bi rêya platforma Xê got "Ez êrîşa terorîstî ya îşev li Kormorê bi tundî şermezar dikim. Ez sersaxiyê ji malbatên 4 sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane re dixwazim û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazim."
I strongly condemn tonight’s terror attack on Khor Mor. My thoughts and condolences are with the four civilians killed, and I wish the wounded a swift recovery. I have instructed the Ministry of Health to provide all necessary support.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) April 26, 2024
Ji hejî bîrxistinê ye ku Qaymeqamê Çemçemal doh derbarê bûyerê ji Dengê Amerîka re got, di êrîşa li ser zeviyên gazê ya Kormorê de 2 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Qaymeqamê Çemçemalê Ramk Ramazan ji Dengê Amerîka re got ku êrîş demjimêr 18:45ê êvarî roja Pêncşemê pêk hat.
Ramazan got: "Êrîşê depoyeke sotemeniyê kir armanc û komîteyeke lêkolînê ji bo nirxandina ziyanan hatiye avakirin."
Kaniya gaza Kormor çavkaniya sereke ya dabînkirina elektrîk û gaza şil ya Herêma Kurdistanê ye.
Li zeviyê nêzî 2 hezar û 500 kes kar dikin û xwediyê şîrketa Dana Gas ya Îmaratî li wê herêmê hilberîna enerjîyê dike.