Korya Başûr Êrîşa Ser Keştîya Bazirganî Şermezar Dike û Soza Bersivdanê Dide

Keştiyên barhilgir li Tengava Hormuzê

Koşka serokatîya Korya Başûr roja Duşemê bi tundî êrîşa dijî keştîyek barhilgir a ku vê mehê li Tengava Hormuzê dkar dikir şermezar kir û got ku ew plan dikin ku bersivê bidin, gava ku berpirsê êrîşê were destnîşankirin.

Keştî di rojên borî de li avên deryayî rastî êrîşê hatibû, lêkolîn ser zîyanên bi keştîyê ketbûn dihat berdewamkirin, îro Duşemê hikûmeta Seuolê helwesta xwe ya li hember êrîşê zelal kir.

Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî jî, daxuyanîyek derbarê wê êrîşê weşand û êrîş şermezar kir.

Karbidestekî Koşka Şîn (Blue House) got ku pisporan analîzek destpêkê ya zîyanên keştîyê kirine, ew dibêjin "êrîş bûye sedema şewatek li odeya motorê ya keştîyê."

Karbidest got ku keştîya ku ji hêla HMM Co. (011200.KS) ve tê xebitandin, ti yasayek navnetewî ya keştîvanîyê binpê nekirîye dema ku li beravên li bermaberî Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî derbas dibû.

Li gor ajansa Reutersê, şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê serokê Korya Başûr Wi Sung-lac, di civînek çapemenîyê de got, "Em vê yekê bi gotinên herî tund şermezar dikin." Wî got jî dema çavkanîya êrîşkar were destnîşankirin ew ê bersivê bidin.

Wi got ku zirara gihaye keştîyê di vekolîna dadwerî de ji hêla rayedar û pisporên Koreya Başûr ve li bendergehek li Dubayê hate tespîtkirin.

Raport didin zanîn ku keştî dibe ji alîyê Îranê ve hatbe lêxistin, bi domdarî Îran êrîşî ser keştiyên bazarganî yên ku li Tengava Hormuzê dixwazin derbas bibin dike.

Balyozxaneya Îranê li Seoulê di daxuyanîyekê de got ku niha tu helwesteke fermî li ser mijarê tune ye, lê ger agahdariyeke nû an helwesteke fermî hebe dê were ragihandin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî bûyerê gotbû ku Îranê li ser keştîya Koreya Başûr êrîş pêkanî û gazî Seoulê kiribû ku beşdarî hewildanên Amerîkî ji bo parastina rêyên deryayî li Tengava Hormuzê bibe.