Zêrevanên beravan ên Tirkiyê îro Çarşemê ragihand ku di binavbûna qeyikeke plastîkî de li beravên parêzgeha Mugla li rojavayê Tirkîyê, herî kêm 18 koçber mirine li vê dema ku operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê li herêmê berdewam dikin.
Zêrevanên beravan got ku qeyika plastîkî ya ku koçber di nav de bûn li nêzî beravên Bodrumê li Muglayê hatiye dîtin, lê tevî hişyarîyên dubarekirî yên rawestandinê jî qeyikê hewl daye bireve.
Li gor ajansa Reuters, Zêrevanên beravan got ku qeyik paşê ji ber şert û mercên deryayê û avûhewaya dijwar binav bûye.
Desthilatên Tirkîyê ragihand ku helîkopterek û sê qeyikên rizgarkirinê di operasyona lêgerîn û rizgarkirinê de beşdar bûne û heta niha 21 kes hatine rizgarkirin. Lê nehat diyarkirin ku qeyik ji ku hatiye û û ber bi ku ve diçû.
Derya Îce (Ege) rêyeke serekî ye ji bo bi hezaran koçberên neyasayî ku dixwazin ji Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn, bi taybetî bi rêya Tirkîyê, ku bi mîlyonan penaberên ji Sûrîye, Îraq û Afganistanê lê hene, bi rêkên qaçax xwe bigihînin welatên Ewrupayê.