Washington —
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê peymaneke nû ya bazirganîyê bi Urdunê re ragihand.
Koska Sipî li ser malpera xwe daxuyanîya Serok Trump belav kir û ragihand ku li gor mercên peymanê, Urdun dê bacên ser piranîya kelûpelên Amerîkayê û astengîyên li ber bazirganîyê rake da ku rê bide ku bazirganî hêsantir bibe.
Koşka Sipî eşkere kir ku Urdunê biryar daye pereyekî zêde bixe nava pîşesazîya Amerîkayê.
Li gor Koşka Sipî, kompanîya hêlên esmanî ya Royal Jordanian a Urdunê 6 firokên Boeing bi 1.4 milyar dolarî kirîn û ji bo bidestxistina çend firokên din jî peymaneke kirêkirinê ya 500 milyon dolarî îmze kir.
Kompanîyên Urdunê dê her sal bi zêdetirî 300 milyon dolarî madeyên xav ji Amerîkayê bikirin.