Kremlin di Dengdana NY de Pesna Helwesta Hevseng ya Washingtonê Dide

Kremlînê îro Sêşemê pesna helwesta hevseng ya Washingtonê da, piştî ku li Neteweyên Yekbûyî (NY) ser biryareke şermezarkirina şerê Moskowê ya dijî Kîevê bi Rûsyayê heman deng da.

" Amerîka helwêsteke pir hevsengtir digire ku bi rastî çareserkirina kêşeya Ukraynayê armanc dike. Em pêşwazîya vê yekê dikin," Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov ji rojnamevanan re got.

Peskov got ku şîroveyên rêberên Ewrupî hevsengî nîşan nadin.

"Lê, dibe ku di encama têkilîyên di navbera Ewrupî û Amerîkîyan de, Ewrupa bi awayekî ber bi hevsengîyek mezintir ve biçe," wî got.

Di salvegera sêyan ya êrîşa Rûsyayê ya li Ukraynayê de, Washington û Moskow du caran heman deng dan, pêşî li dengdana sibeha Duşemê li Civata Giştî û careke din di dengdana piştî nîvro ya li Civata Ewlekarîyê de li hev kirin.

Pêşnivîsa biryarê ya jibo şermazarkirina Rûsyayê bi piştgirîya welatên Ewrupî ji Civata Giştî ya NY re hat pêşkeş kirin û 93 dengên erê û 18 dengên na û 65 dengên bêalî wergirt.

Washington, tevî Moskow û hevbendên wê, Belarûs, Koreya Bakur û Sûdanê dijî biryarê deng da.

Pêşnivîs, ku li gor yên berê li ser şerê Ukrayna piştgirîya gelek kêmtir nîşan dida, Rûsyayê bi tundî rexne dike û yekparçebûna axa Ukraynî û binpêkirina sînorên wê diparêze.

Jêder: AFP