Rûsya îro Sêşemê ragihand ku Moskow jibo Talîban ya Afganistanê ji lîsta terorê derxe xebatan dimeşîne.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ji rojnamevanan re dîyar kir ku Afganistan nêzîkî wan e û bi çi awayî dibe jî peywendîyên wan bi wî welatî re hene.
"Divê em kêşeyan çaresar bikin û jibo vê jî dîyalog hewce ye û em jî wek herkesî peywendîyan bi wan re çêdikin. Li Afganistanê niha otorîte ew in."
Peskov ser kêşeyên divê ew çareser bikin ti agahî Neda, lê meha borî çekdaran êrîş bir ser saloneke konserê û di encamê de bi kêmî ve 144 kes hatin kuştin.
Berpirsîya êrîşê Dewleta Îslamî girt ser xwe ku karbidestên Amerîka dibêjin baskê wê rêxistinê yê li Afganistanê, Dewleta Îslamî ya Xorosanê êrîş li dar xistiye.
Rûsya dibêje ew jiber êrîşê ser peywendîyên Ukrayna jî vekolînê dike, lê Kîev û Washington wê îdiayê bi tundî red dikin.
Talîban, piştî hêzên bîyan yên bi pêşengîya Amerîka ji Afganistanê vekişîn, sala 2021’an hat desthilatê, lê heta îro jî di lîsta komên terorê de ye.
Jêder: Reuters