Kremlînê îro Sêşemê got ku femdarî ye ku hin dewlet red dikin ku beşdarî hilcivîna ser Ukrayna bikin ku bi mêvandarîya Swîsrê tê darxistin jiber ku armanceke wê ya zelal tuneye û Rûsya jî nehatiye vexwendin.
Ukrayna dibêje ku pirtir ji 100 dewlet û rêxistin qayil bûn ku beşdarîya hilcivînê bikin ku li ber e di 15 û 16ê Hezîranê de pêk were, lê Moksow nehatiye vexvendin.
Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov ji nûçegîhînan re got ku ew kiryareke bi tevahî bê wate ye û ewê ti encam neyîne pêş loma ew naxwazin sere xwe bi wê civînê biêşînin.
Peskov qala hin raportên medyayî kir ku Erebistana Saudî jî beşdarî wê hilcivînê nabe, tevî ku Saudîyan hin bi fermî daxuyanîyek nedaye.
Wek darbeke ji Serokê Ukraynî Volodymyr Zelenskiy re, hikûmeta Çînê jî ragihand ku ewê tev li hilcivînê nebe, serokê parlamana Rûsî Vyacheslav Volodin, bi dilgeî li ser Telegramê got.
Hilcivîn di vê dema krîtîk de çêdibe ku di şerê sê salan ya Ukrayna de, hêzên Rûsî ji meha Şubatê vir ve pêçveçûnên girîng bi dest xistine.
Di hefteyên borî de jimareke endamên NATO gotiye ku ewê destûr bidin Ukrayna ku bi çekên ku wan dane bikaribe êrîş bike armancên nava axa Rûsya yê.
Serokê Rûsya Putin hişyarî dabû NATO ku pêngaveke wiha dikare bibe sedema şerekî gerdûnî.