Serokê Rûsya Vladimir Putin, dîyar kir ku wan bi Tirkîye û Îranê re li hev kiriye ku bo ‘’paqijkirina hêlîna terorîstan’’ ya li Îdliê, hin gavan biavêjin.
Putin ew gotin, piştî hilcivîna li Soçî ya bi Serokomarê Îranê Hasan Ruhaî û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re kir.
‘’Em nikarin çavên xwe li hebûna komên terorîst yên li Îdlibê bigirin. Jiber vê ez dixwazim ku Rûsya, Tirkîye û Îran avêtina gavên berçav binirxînin’’ Putin got.
Lê Kremlînê piştre li derbarê hilcivînê ragihand ku ser operasyona leşkerî ya dijî Îdlibê ti lihevkirin çênebûye.