Dengdana Rûsya Maf Da Putin Heta 2036 Wek Serok Bimîne

Kremlin roja Pêncşemê pesina encamên dengdana li Rûsya da û got serkeftinek mexzin bû, ku Putin dikare heta sala 2036 serokê Rûsya bimîne.

Kremlin daxuyaniyek weşand û got, encamên dengdana li ser serast kirina destûr maf dide serok Putin heta sala 2036ê li ser desthilatê bimîne, ev jî serkeftineke û belgeye ku gel bawerî bi serok Putin heye.

Encamên fermî yên dengdanê roja Pêncşemê derketin piştî ku hemû deng hatin hejmartin derket ku 78% ji dengderan razî bûn ku destûr bihê serast kirin daku Putin bikare piştî sala 2024ê di du xolên din de, ku her yek 6 salin xwe berbijêr bike bo serokatiyê.

Li gor encamên fermî 21,27% li dij biryarê deng dan û rêjeya beşdarbûnê 65% bû.

Rexnegirên dengdanê dibêjin, sextekariyên metirsîdar di dengdanê da hebûn, lê desthilat wan îdiayan red dike.

Wek tê zanîn ku dema destnîşan kirî ya rêferandûma dengdanê li ser serast kirina destûrî 22 Nîsana îsla bû, lê jiber vîrusa korona hatbû paşxistin û hefteyek bo dengdanê ji 25 Hezîranê heta 1ê Tîrmehê hatbû terxan kirin.