Kremlin Zimanê Xwe yê Hember Tirkîyê Tûjtir Dike

Kremlin îro Çarşemê tawanbarîyên xwe li hember Enqerê tûjtir dike, piştî ku firokeke wê ji alîyê firokên F16 yên Tirkîyê ve hatibû gêr kirin.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov dibêje, xistina firoka wan provokasyoneke plankirî ye.

“Gumanên me yên cidî hene ku xistina firoka Rûsî ne bûyereke bêmebest e û em bawer dikin ku ev provokasyoneke plankirî ye,” Lavrov piştî axaftina xwe ya ligel hevtayê xwe yê Tirk, Mevlut Cavusoglu got.

Lê, Lavrov derheqa nûçeyên ser bersîvdaneke leşkerî ya Rûsî ya ji Tirkîyê, zimanekî baldar kar anî û got, ewê bi Tirkîyê re nekevin şerekî.

Serokwezîrê Rûsî Dmitry Medvedev jî gefan li Tirkîyê kir û got ne hesan e ku peywendîyên zîyandîtî zû zû baş bin.

“Zîyana heyî çetin e ku were baş kirin û encama wê ya rastxwe ew be ku çend projeyên hevbeş yên girîng bêne betal kirin û kpmpanîyên Tirk di bazara Rûsî de cîhên xwe hnda bikin,” Medvedev îro Çarşemê got.