Kremlîn ser encamên hilbijartinên nîvdemî yên Amerîka peyivî.
Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov dîyar kir encama hilbijartênên nîvdemî wê ti bandorê li peywendîyên xerab yên Moskow û Washingtonê neke.
Peskov got ku ew guh nadin îdiayên didin zanîn ku Rûsya mudaxale li hilbijartinan kiriye.
‘’Ew hilbijartin dê ti guherîna girîng çêneke. Peywendîyên me xirab in û wê wisa bimîne.’’ Peskov got.
Ew bi berdewamî ser danûstandinên bo sînordarkirina çekên navokî axifî.
Wî dîyar kir ku niha hîn zû ye ku ew ser danûstandinan şîroveyan bikin.