Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Serokê Tirkîyê Kom Dibe

Wêne ji X'a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Şemîyê bi serdaneke fermî li Tirkîyê ligel Serokê wî welatî Recep Tayyip Erdogan kom bû.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ev hevdîtîina di navbbera herdu karbidestan de di "çarçoveya bihêzkirina peywendîyan de" ye.

Tê pêşbînîkirin ku Barzanî ji bilî Erdogan, ligel Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan û karbidestên din ên payebilind ên Tirkîyê bicive.

Ofîsa Peywendîyan a Serokatîya Tirkîyê jî ragihand ku Erdogan xemgînîya xwe derbarê armanckirina Hewlêr û deverên din ên Îraqê di encama şerê nîşan da.

Erdogan "diyar kir ku wekî Tirkîye, em naxwazin pevçûn li welatên din ên herêma me belav bibin û dê di vê pêvajoyê de piştgirîya me ya bo rêveberîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam be."

Daxuyanîya Serokatîya Tirkîyê herwiha got: "Serokê me tekez kir ku parastina aramîya Îraqê ji bo hemû herêmê girîng e û damezrandina hikûmeteke navendî dê xizmeta yekîtî û hevgirtina Îraqê bike."

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje ku di civînên xwe de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dê di van civînan de pêşhatên herî dawî yên rewşa giştî li Îraqê û herêmê gotûbêj bike.