Herêma Kurdistana Îraqê Biryar Da ku Pêşmerge Bişîne Kobanê

Qanûndanêrên Herêma Kurdistanê Îraqê îro Çarşemê biryar dan ku hêzên pêşmerge ji ser Tirkîyê bişînin bajarê Kobanê ku alîkarîya YPG bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî do Sêşemê nameyek ji parlemanê re şand û daxwaz ji parlamanteran kir ku hêzên pêşmerge bişîne Kobanê ku li kelêka Kurdên Sûrîyê şer bikin.

Bajarê Kobanê li ser sînora Tirkîyê cîh digire û ji meheke pirtir e ku di bin êrîşên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DÎÎŞ) de ye.

Hêzên YPG ji destpêbûna êrîşên heta niha bersîvdana êrîşan dike û hêzên koalîsyona navnetewî jî bi firokan armancên DÎÎŞ dide ber bombeyan.

***

Kerem kin guh bidin vê raporta dengî ku nûçegîhanê me li Hewlêrê Ahmed Zebarî şandiye.

Your browser doesn’t support HTML5

AZ_10_22_14