Kuleba: Îdiayên Ser Lihevkirina bi Rûsya re Ne Rast In

Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba dîyar kir ku îdiayên ser lihevkirina bi Rûsya re ne rast in.

Kuleba da zanîn ku danûstaninên aştîyê yên bi Rûsya bi awayekî giran dimeşin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna rêberên NATO ji medya re gotibû ku karbidestên Ukrayna û Rûsya di danûstandinan de pêşde çûne û wan ji 6 xalên bingehîn li ser 4’an li hev kirine.

Lê, Kuleba ji Facebookê dîyar kir ku wan bi Rûsya re li ser 4 xalan ti lihevkirin nekiriye.

Kuleba da zanîn ku rewişa Ukrayna xurt e û got ew dev ji daxwazên xwe bernadin.

Wî dîyar ku ew di serî de agirbestê dixwazin û da zanîn ku qebûlkirina yekîtîya axa Ukrayna jî bo wan girîng e.