Wezîrekê Berê yê Îsraîlê: Îsraîl Piştgirîya Kurd û Durzîyan Dike

Eyûb Qara

Wezîrekî berê yê Îsraîlê dibêje wan daxwaz ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu kiriye ku daxwazên Kurd û Durzîyan bîne rojeva civîna ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump.

"Me tekez kirîye ku ev daxwazên me muhra xwe li civîna Netanyahu û Trump bide," Eyûb Qara, Wezîrê berê yê Medya û Ragihandinê di hikûmeta Îsraîlê de, ji Dengê Amerîka re got.

Netanyahu îro Çarşemê li Washingtonê bi serok Donald Trump re kom dibe. Li gor raportan, mijarên serekî yên civînê pirsa Îranê, aştîya Gezayê û pirsgirêkên din yên li Rojhilata Navîn dê werin gotûbêjkirin.

"Ez bang li Serok Trump û Serokwezîr Netanyahu dikim ku di civînê de girîngîyê bidin mafên Durzî, Kurd û hemî pêkhateyên li Sûrîyê," wî da zanîn.

Qara, ku bo demek dirêj endamê Knesseta Îsraîlê bû, wiha dibîne ku desthilata nû ya Sûrîyê xwedî jêrxaneke radîkal e û ev jî dibe eger ku Daiş careke din vegere.

Siyasetmedarê Durzî-Îsraîlî dibêje ji ber ku tevgera li Rojhilata Navîn cûda ye û gelek ezmûnên nebaş hene, bi taybet li Îraq, Afganistanê û di dema Bihara Erebî de, divê ew xirabên xerab careke din li Sûrîyê dubare nebin.

"Kurd pêkhateyek girîng e, divê dewleta wan hebe. Herwiha divê Durzî jî dewleta xwe hebin û werin parastin."

Qara tekezîyê li ser parastin û piştevanîya Kurd û Durzîyan li Sûrîyê dike û dibêje, "Ez li berî çend rojan li Amerîkayê. Min daxwaz ji Kongresê, ji Senatoyê û gelek kesayetîyan li ser asta endamên Kongresê û endamên Senatoyê kir ku divê Kurd û Durzî bi şêweyekî yasayî bikevin jêr parastina Amerîka û Îsraîlê."

Qara got, "Neheqîyek mezin e, heta niha Kurd nebûne dewlet û li herêmê rastî vê radîkalîya olî tên."

Wî diyar kir ku karekî nerast bû ew serederîya ku ligel Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û fermandarê wê Mezlûm Ebdî hat kirin, "berê li dijî Durzî û Elewîyan hat kirin, heta li dijî Sunîyên sekuler jî, grûpên çekdar yên Sûrî van hemû alîyan wekî dijmin dibînin û li dijî wan radiwestin."

Hêjayî gotinê ye ku Amerîka û şanderê Washington bo Sûrîyê Tom Barrack roleke girîng di danûstandinên di navbera hikûmeta Sûrîyê û HSD de lîstine, di nav de jî rêkeftina herî dawî ya 30ê Çileyê di navbera herdu alîyan de.