Nirxandina Daxuyanîyên Bahçelî ser Pêvajoya Aştîyê û Rêberên Kurd yên Zindankirî

Devlet Bahçelî serokê MHPê

Di daxuyanîyeke neçaverêkirî de, ji yek ji kesayetên herî berçav ên neteweparêzîya Tirk, Devlet Bahçelî, Serokê Partîya Tevgera Neteweparêz (MHP), doh Sêşemê daxwaz kir ku Abdullah Ocalan, serokê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bigihêje "mafê hêvîyê", û Selahattîn Demirtaş, hevserokê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP, niha DEM Partî ye) vegere malê.

Bahçelî got ku divê Ahmet jî (mebest siyasetvan Ahmet Turk e) vegere ser karê xwe.

siyasetvanê Tirk îdia kir ku dema siyasî ya niha nêzîkatîyeke nû ji bo awayê ku Kurd, û bi heman rengî pêkhateyên din, li Tirkîyê wekhev bijîn, hewce dike.

Bahçelî ev gotin di dema axaftinekê de li koma parlemanî ya partîya xwe kir, û got ku li vê dema pêşketinên siyasî yên herêmî û navxweyî, "gotûbêjeke cidî" li ser çarçoveya qanûnî û bingehîn ya welêt pêwîst e.

Di vê derbarê de, Mehmet Kamaç Parlamenterê DEM Partî û Endamê Hevberdevkê Insiyatîfa Yekîtîya Demokratîk, ji Dengê Amerîka re got ku ji destpêka pêvajoyê jî Bahçelî heman axiftin kiribû û gotbû "Bila rêxistina xwe hilweşîne û ‘mafê hêvîyê’ bo Ocalan bikar bînin, lê mixabin ji destpêka pêvajoyê û heta niha ti gotineke Bahçelî bicî nehatiye, gavên tên avêtin yekalî ne."

Kamaç herwiha got, heta niha hikûmeta Tirkîyê yek gav neavêtîye, lê hemû gav ji alîyê din hatine avêtin.

"Dewlet û hikûmeta Tirkîyê komisyonek di parlamentoyê de, da avakirin. Ew gaveke girîng bû, em jî wê gavê girîng û dîrokî dibînin. Wê komisyonê gelek kar û hevdîtinên girîng pêk anîn, ji wan jî çû Îmralîyê û hevdîtin bi birêz Ocalan re," Kamaç got.

"Niha her kes li bendê ye ku Komisyon nexşerêyekê dane û îcar gavên hiqûqî werin avêtin," palamenterê DEM Partî got.

Siyasetvan û Parlamenterê DEM Partî Mehmet Kamaç

Siyasetvanê Kurd Kamaç dibêje, bi awayê ku Tirkîyê tevdigire birêve naçe û dê bê encam bimîne. Divê hin gavên weke kesên çek berdidin, divê mekanîzmek qanûnî hebe ku tevlî civakê bibin, herwiha "Bi sedan siyasetvanên me, bi dozên siyasî di girtîgehan de ne, weke Selahettîn Demirtaş û rêhevalên wî û bi sedan kesên din, lê mixabin heta nihe gotinên Bahçelî bicî nayên. Eger bicî hatibana, dê pêvajo pêş ketiba û bi encam ba."

Your browser doesn’t support HTML5

Mehmet Kamaç Parlamenterê DEM Partî

Kamaç herwiha got ku "Em dizanin ku her carê pêvajoyên aştîyê rastî êrîşên têkbirinê tên. Alî hene dixwazin têk bibin, em jî hişyarî didin ji bo ku têk neçe divê gavên cidî werin avêtin."

Siyasetvan û Serokê berê yê Şaredarîya Sur a Amedê, Abdullah Demirbaş, gote Dengê Amerîka ku "em gotinên birêz Bahçelî girîng dibînin, lê bi gotinê tenê naqede."

Demirbaş got, Kurd di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin, "Eger ev pêvajo di demeke nêz de gavên aştîyê navêje, gotinên Bahçelî pêk neyên, gavên şînber neyên avêtin, bixwe bawerî bi pêvajoyê şikestî ye, ewê zêdetir bawerî bişikê."

Abdulah Demirbaş

Bahçelî ev çend car in daxuyanîyên derheqê pêvajoya aştîyê dide, herî dawî wî got, "Ji bo ku aştî li Anatolîyê pêk were, helwesta me zelal e."

"Divê mafê hêvîyê ji Ocalan re were dayîn; divê Demirtaş vegere mala xwe; û divê Ahmet Turk vegere ser erkên xwe, û banga wî ne qutbûnek ji helwestên berê, lê belê berdewamiya destpêşxeriyên aştiyê yên berê yên ku armanc dikirin dawî li şerê çekdarî bînin û derî li çareseriyek siyasî vekin bû."

Your browser doesn’t support HTML5

Siyasetvanê Kurd Abdullah Demirbaş gotinên Devlet Bahçelî Dinirxîne