Parlemantereke Brîtanî Daxwaza Dadgeheke Navnetewî bo Tawanên Dijî Êzîdîyan Dike

Endameke parlemana Brîtanyayê daxwaza avakirina dadgeheke navneteweyî dike ji bo darizandina endamên koma terorist a Daişê li ser tawanên li dijî Êzîdîyan.

Helena Kennedy, endama Civata Lordan a Parlemanê, do Înê got ku destdirêjîyên bi komî û koledarîya dijî jinên Êzîdî “yek ji şermezarîyên mezin yên 20 salên borî” ye.

Wê got ku çend welat û sazîyên navneteweyî, di nav de Parlemana Ewropayê, kuştin û kolekirina bi hezaran endamên civaka Êzîdî wekî jenosîd binav kirine, lê berpirsiyarkirna takekesî nehatîye kirin.

Kennedy vê hefteyê serokatîya civinekê li Almanyayê kir, ku mezintirîn civaka diyasporaya Êzîdîyan a cîhanê lê dijî, guh da îfadeyên rizgarbûyên Êzîdî.

Ev civîn, ku wekî “Komîsyona Navneteweyî ya Rastiyê” tê binavkirin, bi mebesta bidesxistina piştgirîyê ji bo darizandina kesên berpirsiyar hatiye avakirin.

Di nav endamên wê komîsyonê de, xwedîya Xelata Nobelê ya Aştîyê ya îsal, Navi Pillay, û Oleksandra Matviichuk ku rêxistina wê li sala 2022'an de xelata mafên mirovan a Ukraynayî wergirtibû, cih digirin.

Kennedy di daxuyanîyekê de got: “Naskirina navneteweyî ya vê jenosîdê têrê nake. Divê hikûmet dest bo dadgehkirina endamên Daişê bike, da ku rûmeta Êzîdîyan were parastin û ji cîhanê re were nîşandan ku kes bê cezakirin li ser tawanên jenosîdê qortal nabe.

Wê herwiha anî ziman ku damezrandina dadgeheke navneteweyî ya taybet dê “rêyeke berçav ber bi dadmendîya rast veke.”

Êrîşa terorîstên Daişê li ser devera Şengalê di Tebaxa sala 2014'an de bû sedema kuştina bi hezaran Êzîdî. Ji bilî wan jî bi hezaran jin û zarokên Êzîdî ji alîyê terorîstan ve hatin revandin û wekî kole hatin firotin.