Konseya Ewlekarîyê ya Netewên Yekbûyê doh 4'ê Sibata 2026'an de li baregeha NY li New Yorkê civînek li ser gefên Dewleta Îslamî (Daiş)ê li dar xist.
Karbidestekî NY got ku gefên Dewleta Îslamî (Daiş)ê di çend mehên borî de zêde bûne.
Alexandre Zouev, cîgirê sekreterê giştî yê Ofîsa Dijî Terorê ya NY, di civînekê de ji Konseya Ewlekarîyê re got ku Daiş ji ber hebûna teknolojîya nû ku çekdarên wê yên cîhadîst bikar tînin gefa wê rêxistina terorîst zêde dibe.
Di rapora xwe ya roja Çarşemê de ji bo welatên endam ên Konseya Ewlehîyê ya Netwên Yekbûyî (UN) derbarê gefên li ser aştî û ewlehîya navneteweyî, Alexandre Zouev, cîgirê sekreterê giştî yê nivîsgeha dijî terorê ya NY, got, "Daiş li Îraq û Komara Erebî ya Sûrîyê çalak dimîne, bi êrîşên berdewam û hewldanên nû ji bo bêaramîya herêmî xurtir bûye."
Wî got, li Sûrîyê, "rewşa ewlehîyê pir nazik dimîne, û Daiş bi domdarî valahîya rêveberîyê bikar tîne û alozîyên mezhebî gur dike." Zouev her wiha destnîşan kir ku "vekişîna Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)e ji kampa Hol di 21ê Çile de bûye sedema pirsgirêkên mirovî yên nû."
Derbarê rewşa kampa Holê û ewlehîya li herêmê Dengê Amerîka têkilî bi Ahmed Berekat Sekreterê Partîya Demokrat a Pêşvero a Kurdên Sûrîyê re danî wî got, "Raste Hêzên Sûrîya Demokrat HSD'ê li kampa Holê nemane û niha kamp ji aliyê hikûmeta demkî a Sûrîyê û Hêzên Hevpeymanîya Navnetewî bi serokatîya Amerîka de ye."
Berekat got, "Pişt hêzên HSD'ê li kampê û li herêmê neman, şanên Daişê çalak bûne, bi taybet li herêma beyabana Tedmur û ser sînorê Îraqê û Sûrîyê."
Kampa Holê, ku li başûrê rojhilatê Hesekê ye, heta dawîya meha Çile ji hêla HSD'ê û Hêzên Ewlekarîya Navxweyî yên Kurd (Asayîş) ve dihat parastin.
Di Kampê de, kesên gumanbar ên girêdayî Daişê yên xeternak hene, di nav de jin û zarokên çekdaran jî, demek dirêj e bi şert û mercên dijwar û hebûna kesên radîkal re ew kamp rû bi rû maye.
Di nîvê meha Çile de, Artêşa Erebî ya Sûrîyê û komên çekdar ên hevalbendên hikûmeta demkî ya Sûrîyê ber bi deverên di bin kontrola HSD'ê de li rojhilatê Heleb, Dêre Zorê, Reqa û parêzgeha Hesekê ve pêşve çûn.
HSD'ê hevalbendeke sereke ya Hevpeymanîya Cîhanî ya Têkbirina Daişê ya bi serokatîya Amerîkayê ye, berê ew herêm her hemû rizgarkiribûn û kontrola xwe domand da ku rê li ber vejîna Daişê bigire.
Raportên herêmî û navnetewî didin zanîn ku piştî sînordarkirina hêzên HSD'ê ya bi pêşengîya kurdan gefa vejîna Daişê zêde bûye.
Di dema êrîşa grûpên çekdar yên Sûrîyê de, HSD'ê diyar kir ku, "Ji ber bêxemiya navneteweyî ya li hember mijara rêxistina terorîst a Daişê û nepejirandina berpirsiyarîyên civaka navneteweyî, hêzên me neçar man ku ji Kampa Holê vekişin."