Kurdên Cihû li Îsraîlê Hevpeymanîya 5 Hêzên Kurdên Îranê Pîroz Dikin

Hevpeymanîya 5 Hêzên Kurdên Kurdistana Îranê

Yehuda Ben Yosef di hesaba xwe ya Xê de ser îmzekirina hevpeymanîya pênc hêzên kurdî yên ku li îranê bo mafên kurdan û demokrasîya wî welatî têdikoşin peyamek weşand.

Ben Yosef dibêje, “Wekî Serokê Civaka kurdên cihû li Îsraîlê, ez bi germî pêşwazîya hevpeymanîya dîrokî dikim, ya ku roja Yekşemê ji hêla partîyên Kurdî yên ji bo Kurdistana Îranê xebatê dikin hatî damezrandin.”

“Li Îsraîlê, em bawer dikin ku avakirina vê hevpeymanîya stratejîk gaveke girîng û watedar e ji bo pêkanîna mafê çarenûsî yê gelê Kurd, rizgarîya wan û Îraneke demokratîk tê avêtin,” Ben Yosef got.

Di peyama xwe de Ben Yosef dide zanîn ku ev yekîtîya dîrokî li Kurdistana Îranê nîşaneke girîng e, ku di demeke weha hestîyar de ew partî gihiştin birayereke siyasî û ew hevpeymanî pêkanî.

Yehuda got “Ez dixwazim dubare bikim ku hêza gelê Kurd di yekîtîya wan de ye. Dema ku Kurd hêzên xwe tînin cem hev, rêya wan a serkeftinê nêzîktir û zelaltir dibe. Hevkarî, hevgirtin û armancên wan ên hevpar bingehên destkeftîyên wan ên neteweyî ne.”

Li dawîya peyama xwe Ben Yose dibêje, “Xwedê gelê Kurd li Îran û beşên din ên Kurdistanê biparêze.”

Ji hejî bîrxistinê ye ku doh Yekşemê 5 hêz û partîyên kurdên Îranê hevpeymaniyek îmzekirin ku armanca wan ya sereke hilweşandina rejîma Komara Îslamî ya Îranê û biryardana mafê çarenivîs yê gelê kurd li wî welatî ye.