Serokê Yekîtî Niştîmanî Kurdistan (YNK)ê Bafil Talebanî îro Yekşemê 8ê Adarê di peyamekê de hişyarî da Bexdayê ku eger tedbîrên pêwîst neyên girtin, ew bi xwe dê serderiyê li gel êrîşkaran bikin.
Talebanî di peyamekê de ku di platforma Xê de weşandîye derbarê êrîşên ser Herêma Kurdistanê dibêje, "Welatiyên hêja yên Herêma Kurdistanê we şevên dijwar derbas kirin. Em ji bo berxwedan û têgihîştina we ya li hember vê rewşa dijwar a li herêma me spasiya we dikin. Ev tiştê ku ji gelê me yê wêrek û delal tê hêvîkirin e."
Bafil Celal Talebanî peyam şand piştî ku bajarên Herêma Kurdistnaê bi taybet Hewlêr û Silêmanîyê rastî êrîşên dron û mûşekan hatin.
Talebanî spasîyên xwe pêşkeşî xelkê Herêma Kurdistanê kir ji bo berxwedana wan di şevên dijwar de ku êrîş li ser wan dihatin encamdan, Wî got, " Me di van çend rojên borî de hemû hewlên xwe yên dîplomatîk dane. Ji bo parastina Kurdistanê ji vê rewşê, me di astên bilind de bi serokên Îran, Amerîkayê û Tirkiyeyê re axivîne."
Talebanî got, "Me navê hin ji wan kes û alîyên ku êrîşî Herêma Kurdistanê dikin daye Bexda, em çaverê ne ku Bexda tedbîrên cidî bistîne ji bo rêgiritna li hember wan binpêkirina."
Wî hişyarî da û got, "Ez dizanim ku hevalên me yen li Bexdayê ji bo peşîgirtina li tevlihevîyeke din hemû hewla xwe didin, lê eger tedbîr neyên girtin, em ê bi xwe serderîyê ligel bikin."