Di Êrîşên Nû yên Ser Herêma Kurdistanê de Çar Sivîl Birîndar Dibin

HEWLÊR – Sibeya roja Yekşemê 15'ê Adara 2026'an çend êrîşên bi dron û mûşekan li çend deverên Herêma Kurdistanê pêkhatin.

Li gorî raportên Medyayî yên li Herêma Kurdistanê, du dron li Hewlêr ketine xwar, du li Sulêmaniyê û êrîşa mûşekî jî devera Koyê aramnc girtîye.

Raport dibêjin di derdora se’et 1:00ê sibê de, du teqînên bihêz li Hewlêrê hatin bihîstin.
Çavkaniyên ewlehiyê gotin ku ev teqîn ji encama berevanîya sistema parastina esmanî çêbûne û du dron xistine xwar.

Torên medyayî di nav de Tora Rudawê dibêje, ji bermayên yek ji dronan li Hewlêr li banê xaniyekî ket û şewat derket.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, ji encama ketina bermayên dronê çar sivîl birîndar bûne û birîna wan sivike.

Her wiha li bajarê Silêmaniyê dengê teqînan hat bihîstin, çavkaniyên ewlehiyê ragihandin ku êrîş bi du dronan pêkhat, lê sistema berevaniya esmanî ew xistin xwar, hevdem mûşekek kete herêma Koyê ya girêdayî Parêzgeha Hewlêr.

Çavkaniyên ewlehiyê radigihînin ku lêkolîn li ser êrîşan didomin. Hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê niha dixebitin da ku çavkaniya rastîn a êrîşan û armancên wan were diyarkirin.

Hêjayî gotinê ye ku duh Şemiyê hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de êrîşa ser Konsulxaneya Giştî ya Îmaratên Erebî yên Yekgirtî li Hewlêr, û êrîşên ser saziyên Herêma Kurdistanê û Konsulxane û şandên biyanî şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de her wiha hat piştrastkirin ku ev êrişên terorîstî û kiryarên binpêkirina qanûnên navneteweyî û serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ne, û kiryarên weha nayên qebûlkirin.

Karbidestên Herêma Kurdistanê bang li hikûmeta fedral ya Bexdayê kir ku rêkên pêwîst bigire ber da ku grûpên çekdar yên derqanûn werin kontrolkirin û werin sizadan.

Gelek caran êrîşên ser Herêma Kurdsitanê grûpên çekdar yên alîgirên Îranê girtine ser xwe, ku xwe weke ‘Berxwedana Îslamî li Iraqê’ didin naskirin.

Ji dema destpêkirina operasyona Hêrsa Dastanî ya hevbeş a Amerîka û Îsraîlê bo ser rejîma Îranê ku 28 ê meha derbasbûyê pêkhat, rejîma Îranê bi domdarî welat û gelek deverên li herêmê mûşekbaran dike di nav de welatên Erebî yên kendavê.