Çavkanîyên nûçeyan ragihand ku hêzên ewlekarîyê yên Îranê roja Înê bi "komeke çekdar" re ketin nav pevçûnan û di encamê de herî kêm du endamên hêzên çekdar hatin kuştin.
Çavkanîyên Pasdarên Îranê pevçûn piştrast kirin.
Ajansa Nûçeyan a Fars, ku girêdayî Pasdarên Şoreşa Îranê ye, ragihand ku dema çekdaran êrîşî xaleke kontrolê li başûrê bajarê Baneyê kir, du leşkerên Îranî hatin kuştin û yekî din jî birîndar bû.
Lê belê, li gor malpera Zagros 24, li dora bajarê Bane çend carî pevçûnên leşkerî qewimîne, di encamê de sê endamên hêzên Îranî hatin kuştin û pêncên din jî birîndar bûn.
Li gor çavkanîyan, yek ji xalên sereke yên pevçûnan xala kontrolê ya Sewetlo li ser rêya Bane-Seqizê bû. Raportên medyaya herêmî radigihînin ku gulebaran û pevçûn herî kêm 30 xulekan berdewam kirine.
Ev pevçûn di demekê de tên ku çavkanîyên nûçeyan zêdebûna rageşîyê li herêmê radigihînin.
Heta amadekirina vê raportê ti alîyekî bi fermî berpirsîya bûyerê negirtiye ser xwe.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) roja Pêncşemê gotibû ku Pasdarên Şoreşê bi sê dronan êrîşî zevîyên xelkê li gundê Şêwê li herêma Bane kirin.
Reutersê ragihand ku di bûyereke din de, droneke tijî teqemenî roja Şemîyê kampeke komeke Kurdên Rojhilat li bakurê Hewlêra Herêma Kurdistanê armanc girt.
Çavkanîyên ewlekarîyê ji Reutersê re got ku di êrîşê de ti qurbanî çênebûn ji ber ku kamp berê hatibû valakirin.
Tevî ragihandina peymana agirbestê ya di navbera Amerîka û Îranê de, êrîşên dronên Îranî li ser partîyên opozisyon yên Rojhilatê Kurdistanê di hefteyên dawî de berdewam kirine û bûne sedema derketina gelek qurbanîyan.