Pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Pêncşemê bang li Îranê kir ku dawî li girtinên bêsedem, windakirina bi zorê, îşkence, sêdaredan û reftara xerab a li dijî kêmneteweyan, bi taybetî li dijî Kurd û Belûcan bîne.
Li gor raporta NY, ji dema ku xwepêşandan di meha Çileyê ya îsal de destpê kirine heta niha, hikûmetê bi hezaran kes girtine. Ev kes di bin mercên giran û îşkenceyê de hatine neçarkirin ku li tiştên nekirine li mikur bên, û piranîya wan jî hatine windakirin.
Pisporan di daxuyanîya xwe de nivîsandîye ku "Raport nîşan didin ku girtinên bêsedem û biryarên cezayan gelek zêde bûne. Dewlet li ser navê siyasetê û bi tawanên nezelal ên wekî ‘ewlekarîyê,’ kesên kêmnetewe sûcdar dike.”
Li gor raportê, tenê di sala 2026'an de herî kêm 22 Kurd û 24 kesên Belûc hatine sêdaredan, û metirsîya sêdaredanê li ser gelek kesên din jî heye.
Pisporên NY dibêjin ku dewleta Îranê yasaya sîxurîyê ya sala 2025'an û tawanên ‘ewlekarîya neteweyî’ wekî sedem bikar tîne da ku dengê gel û bi taybetî xwepêşandanên Kurdan bêdeng bike.
Van pisporan daxwaz kir ku çar Kurd (Yûsif Ehmedî, Reûf Şêx Merûf, Mihemed Ferecî, Muhsin Îslamxa) û Belûcek (Ferhad Beranzehî) neyên bidarvekirin.
Raporta NY herwiha dibêje ku piştî dadgehê îşkence li wan kirine da ku sûcên nekirine qebûl bikin, û niha fermana sêdaredanê li ser wan heye.
Ev pispor dibêjin ku ev tişt ne tesaduf in, belkî beşek in ji plana mezin a dewleta Îranê ya ji bo zextên li ser Kurd û Belûcan. Biryarên kuştina Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî jî nîşanên vê planê ne.
Pispor herwiha dibêjin: "Kêmnetewe, bi taybetî Kurdên Sune û Yarsan di dema xwepêşandanan de bûne armanc û ev yek berdewam dike. Dewlet wan wekî xetereyek ji bo ewlekarîya neteweyî nîşan dide.”
Ew tekez dikin ku zextên li ser Kurd û Belûcan tenê di nav sînorên Îranê de namînin, belkî çavdêrîkirin û tirsandina welatîyên li derveyî welat jî di nav de ye, ku ev yek nîşaneya tundûtîjîya navnetewî ye.
Li gor pisporan, dewleta Îranê dest danîye ser pere û milkên bi sedan Îranîyên li derveyî welat. Îran herwiha daxwaz kirîye ku 37 serok û çalakvanên Kurd ên li dervayî welat ji bo wan werin radestkirin.