Serokê civaka Kurdên Cihû li Îsraîlê ji Dengê Amerîk re got ku di nav Cihûyan de "sempatîyeke berfireh" ji bo Kurdan heye û wan dest bi tevgereke lobîyê kiriye da ku hikûmeta Îsraîlê razî bikin ku alîkarîya Kurdên Sûrîyê bike.
Yehuda Ben Yûsef, Serokê Komeleya Kurdên Cihû li Îsraîlê got, "Me projeyasayek pêşkêşî endamên Kurd di Knessetê (parlamento) de kiriye da ku alîkarîya Rojava bikin. "
"Em dixwazin Îsraîl gavekê bavêje da ku qirkirina li dijî Kurdan were rawestandin," Ben Yûsif got.
Projeyasa, ku ji hêla endamê Knessetê Amit Halavi ve hatî pêşkêş kirin, niha di bin nirxandinê de ye û tê payîn ku di rojên pêş de dengdan li ser we kirin.
"Ji bilî bicihanîna erkê exlaqî ye ku bêdeng nemana li hember tunekirina sîstematîk a grûpek netewî-etnîkî, bi zelalî di berjewendîya Îsraîlê de ye ku divê ew bêdeng nemîne. Geşedanên dawî xurtbûna komên cîhadîst li Sûriyeyê nîşan didin," Halavi di bernivîsa projeyasaya pêşkeşkirî de got.
Ben Yûsif gote dengê Amerîka ku "Projeyasa dikare heta roja Yekşema li pêş me dengdan li ser çê bibe. "
Ben Yûsef bawer dike ku Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan ev mijûlbûna cîhanî ya bi Îranê re bikar anîye da ku ziyana herî zêde bide destkeftên Kurdan li Sûrîyê.
Yehûd Ben Yûsif.
Lê tevî hemû gefan, serokê Komeleya Kurdên Cihû li Îsraîlê got ku di nav Cihûyan de bi giştî sempatîyeke mezin ji bo pirsgirêka Kurd heye û zext dê berdewam bibin ku hikûmeta Îsraîlê alîkarîya Kurdên Rojava bike.
Ben Yûsif nêzîkî 15 salan e ku ji bo berfirehkirina têkilîyên di navbera Kurd û Îsraîlê de dixebite. Ew bi eslê xwe ji Herêma Kurdistanê ye û bapîrê wî Rabî û oldarekî navdar bû li parêzgeha Duhokê.
Hêjayî bîrxistinê ye ku dewleta Îsraîlê ji serokwezîr heta wezîr û endamên Knessetê helwesteke erênî li hember Kurdan nîşan dane û metrisîyên li ser Kurdan ji aliyê welatên derdor û grûpên Îslamî yên radîkal ve nîşan dane.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa’ar herî dawî êrîşên hikûmeta demkî ya Sûrîyê li ser Kurdan wekî "pir xeternak" binav kiribû û rexne li "bêdengîya navneteweyî" girtibû.