Kurd û Bîranan 103'an a Peymana Lozanê

Konferansa Kurdan ya 100 Salîya Îmza Kirina Peymana Lozanê (arşîv)

Îro 24'ê Tîrmehê salvegera îmzekirina Peymana Lozanê ya sala 1923'an e. Ev peyman, ku di navbera Tirkîyeya nûjen û hêzên serketî yên Şerê Cîhanê yê Yekem de hate îmzekirin, yek ji girîngtirîn belgeyên siyasî yên sedsala bîstan tê hejmartin.

Di heman demê de, ji bo gelek Kurdan Peymana Lozanê wek xaleke girîng di dîroka wan de tê dîtin, ji ber ku hêvîyên avakirina dewleteke serbixwe ya Kurdî ku di peymaneke berê de hatibûn gotûbêj kirin, bi vê peymanê bidawî bûn.

Berî Lozanê, Peymana Sevrê (Sîver) ya sala 1920'an derfeteke qanûnî ji bo pêşxistina mafên Kurdan û danûstandinên ser egera avakirina dewleteke Kurdî pêşkêş kiribû.

Lê belê, Peymana Lozanê cihê Sîverê girt û sînorên Komara Tirkîyê nas kirin, bêyî ku cihê taybet ji bo mafên neteweyî an serxwebûna Kurdan di nav şertên wê de cih bigire.

Piştî îmzekirina Lozanê, axa ku Kurd lê dijîn di navbera çend dewletan; Tirkîye, Îraq, Sûrîye û Îranê de hate dabeşkirin. Ev dabeşkirin bo sedema ku gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê rastî gelek komkujî, derdeserî, koçberî û çewisandinê bibin, û bandoreke mezin li ser rewşa siyasî, civakî û çandî ya Kurdan hişt.

Konferansa Kurdan li Lozanê (arşîv)

Piştî ku mafên Kurdan ji alîyê dewletên serdest ve nehatin dayîn, wan dest bi çendîn şoreş û tevgerên çekdarî kirîye û ji bo azadîya xwe heta roja îro jî têdikoşin ku wan mafan bidest bixin.

Di nav civaka Kurd de, gelek kes Peymana Lozanê wek belgeyeke dîrokî dinasin ku di çarenûsa neteweya Kurd de roleke bingehîn lîst. Li dijî vê yekê, lêkolîner dibêjin ku bandorên peymanê hîn jî di gelek mijarên siyasî, civakî û netewî de bandorek xerab hiştîye.

Bi salvegera 103'emîn a Peymana Lozanê re, gelek rêxistin, çalakvan, partîyên siyasî û kesayetiyên Kurdî careke din balê dikişînin ser bandorên vê peymanê û daxwaza çareserkirinên aştiyane ji bo pirsgirêkên mayî yên girêday mafên neteweyî yên Kurdan dikin, konferans û semîneran encam didin.