Li 'Kurdistana Biçûk' Salvegera 50'emîn a Hatina Kurdan bo Amerîkayê Hate Pîrozkirin

Salvegera 50 Salîya Koçberîya Kurdan li Nashville

Bajarê Nashville li wîlayeta Tennessee ya Amerîkayê wekî "Kurdistana Biçûk" tê nasîn, ji ber ku hejmareke mezin a Kurdan li vî bajarê dijîn. Gelo çima ev qas Kurd li vî bajarî bicih bûne û çîroka wan kengî û çawa destpê kir?

Roja Yekşemê, 6'ê Îlonê, civaka Kurd li Nashville salvegera 50'emîn a gihîştina yekem grûpa Kurdan bo wî bajarî bi çalakîyekê pîroz kir.

Kurdên Nashville û yên ji gelek wîlayetan hatibûn beşdarî çalakîyê bûn.

Gihîştina yekem grûpa mezin a Kurdan bo Amerîkayê ku berî 50 salan bû, hevdeme ligel çalakîyên 250 salîya Serxwebûna Amerîkayê hate lidarxistin.

Di çalakîyê de kesên pêşî yên ku berî 50 salan hatibûn wekî Ebdullah Bamernî, Hikmet Bamernî û Dr. Xazî Zêbarî amade bûn.

Wan çîroka hatina xwe ya Amerîkayê vegotin ka çawa ew piştî şikestina şoreşa Kurdî ya sala 1975'an a Herêma Kurdistanê bi bêhêvîtî li metropol û bajarên Îranê derbider bûbûn û bi çi awayî Amerîkayê ew ji kêlîyên bêhêvîtîyê anîn Nashville, ew hembêz kirin û jiyaneke nû da wan.

Hikmet Bamernî, ku yek ji rêkxerên çalakîyê bû, gote Dengê Amerîkayê ku ew gelek spasdarê Amerîkayê ne ku berî 50 salan ew hembêz kir û jiyaneke nû da wan.

Çîrokê Çawa Destpê Kir?

Piştî têkçûna şoreşa Kurdî, gelek Kurdên Kurdistana Îraqê ji ber zordarî û tirsa kuştin û bidarvekirinê ji alîyê rejîma Bexda ya wê demê ve neçar man derbiderî Îranê bibin, Amerîkayê biyar da ku 700 Kurdan wekî koçber werbigire,

Sala 1976'an, yekem koma Kurdên koçber, ku ji Tehranê hatibûn, bi alîkarîya rêxistineke xêrxwazî pêşî gihîştin Frankfurtê li Almanyayê. Ji wir ve rêya wan ber bi Amerîkayê û bi taybet ber bi Nashville ve destpê kir.

Salvegera 50 Salîya Koçberîya Kurdan li Nashville

Di nav vê koma yekem de, Ebdullah Bamernî, ku yekem kesê xêzandar bû û di nava koma yekem de hevjînî pêkanî bû. Wî ligel Dengê Amerîkayê bîranînên xwe ji roja ku ji Tehranê derketin heta gihiştina bajarê Nashville û awayê ku ku hatine pêşwazîkirin parve kir.

"Amerîkayê hem em weke nifşê yekem ji derbiderî û nexweşiyan parastin hem jî jiyaneke nû da me. Niha zarokên me û nifşên nû di her warî de pêş dikevin û beşdarî avakirin û ximeta welatê xwe Amerîkayê dikin," Bamernî got.

Di çalakîya salvegera 50an de gihiştina Frankfurtê weke qonaxek girîng di vê rêwîtiyê de hate dîtin. Paşê, bi alîkariya kes û rêxistinên ku di warê koçberî û xêrxwaziyê de dixebitîn, wan rêya xwe ber bi Nashville ve domand.

Pêşwazîya wan li Nashville bû yek ji bîranînên girîng ên wê koma yekem. Ji bo koçberên ku ji dûr hatibûn û bi şertên dijwar re rû bi rû mabûn, ev pêşwazî peyameke girîng bû: ku ew dikarin li vê derê jiyana xwe ji nû ve ava bikin.

Ji Koma Yekem Heta Civakeke Mezin

50 salan piştî hatina koma yekem, çîroka Kurdan li Nashville pir firehtir bûye. Ew koma biçûk a sala 1976'an bi demê re bû destpêka civakeke Kurdî ya berfireh ku îro di gelek warên jiyana bajêr de xwedî rolek girîng e.

Kurdên Nashville dibêjin her çende heta niha ti serhejmariyek fermî nîne derbarê hejmara Kurdên Nashvillê lê tê texmîn kirin ku 15-20 hezar Kurd li Nashvillê dijîn.

Kurdên Nashville ji aliyê welat û herêmên cuda ve hatine, herî zêde ji Kurdistana Îraqê, ji Îranê, lê di salên paşîn de b itaybet piştî salên 1990'an Kurdên Herêma Kurdistanê. Kurdên Bakur (Tirkîyê), Kurdên Rojava (Sûrîye) û deverên din jî beşdarî vê civakê bûne.

Her yekî ji wan çîrokeke taybet a koçberî, jiyanê û hembêzkirina Amerîkayê bi xwe re anîye.

Di van 50 salan de, Kurdên Nashville ne tenê civakek ji bo parastina nasnameya xwe ava kirine; ew di heman demê de beşdarî jiyana bajêr jî bûne. Di warê kulturî û civakî heta aborî, perwerdehî û xizmetên civakê de, roleke çalak li Nashville dilîzin.

Şaredarê Nashville Pesna Civaka Kurd Dide

Şaredarê Nashville, Freddie O'Connell, bo Dengê Amerîkayê, li ser rewşa civaka Kurd a Nashville axivî û pesna civaka Kurd da.

O'Connell bal kişand ser wê rastiyê ku civaka Kurdî îro beşek ji jiyana Nashville ye û di gelek waran de beşdar e. Ji çalakiyên kulturî û civakî heta aborî, wî got jî ku hebûna Kurdan di hemû sektorên jiyana bajêr de heye û ew parçeyek giring in, ji vê civaka pirrengî ya bajarê Nashville.

Şaredar O'Connell got jî ku niha Kurd bi taybet nifşê nû beşdarî ciyên giring û karên jêhatî di warê rêveberî, karsazî û saziyên xizmetgozarîyê de rol dibînin gelek ji wan gihane astên bilind, ji efserên polîs bigire heta sektora tendirustî, perwerdehî, kulturî û rêveberîya gelek sazî û dayîreyên bajarê Nashville.

Şaredar O'Connell got ku dema berî 50 salan kurd gihane bajarê Nashville ew wê salê hatîye dinyayê "Niha piştî 50 salan em her du alî xizemta bajarê Nashville û civakên pirrengî dikîn," li dawiya axiftina xwe wî got ku ew gelek ji revenda kurd razî û memnûne.

Civaka Kurd û bi dehan civakên din yên biyanî li welatê Amerîkayê yê yekgirtî û pirrengî û pircivakî de bi aştî û bextewerî dijîn.

Kurdên Nashville, 50 salên koçberiyê, 50 salên bîranînan, 50 salên beşdariyê di jiyanek pirrengî de li Amerîkayek Pircivakî û pirrengî.