Heyva Sor a Kurdî: Xelkê Rojava Karesateke Mirovahî Dijî

Heyva Sor a Kurdî li Rojava 25/01/2026

Piştî êrîşên grûpên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûrîyê li ser herêmên kurdan, bi 10 hezaran kurd ji cih û warên xwe koçber bûne.

Bi îmkanên gelek kêm di nava sir û sermaya zivistanê de, di rewşa bêdermanî, bêxwarin û bêsotemenî, di nava tirs û nebûna ewlehîyê de, jiyanek pir zehmet didomînin.

Hevserokê Heyva Sor a Kurdî Dilgeş Îsa ji Qamîşlo gote Dengê Amerîka, “Xelkê me di nava karesateke mirovahî de jiyan dike.”

Dilgeş got,"tenê li Kobanîyê zêdetirî 60,000 kes niha bê cih û war û bê pêdiviyên jiyanek asayî ne û li jêr serma û tirsê dijîn."

“Xelkê me yê berê ji Şehba derbasî Reqa û Tebqa bûbûn, niha ji ber êrîş li ser wan bajaran çêbûn, ew ber bi bajarên rojavayê Kurdistanê ve hatin, li Dêrikê, Qamişlo, Amûdê û Tirbespîyê ve koçber dibin,” Îsa got.

Wî got, gelek malbatan berê xwe da bajarê Kobanîyê, niha şer li ser bajarê Kobanîyê heye û ew dorpêşkirî ye.”

Heyva Sor dide zanîn ku "herî zêde zehmetî li Kobanîyê dom dikin, jiyanek pir zehmet tê jiyandin, ji bo zarokan, ji bo jinan di nava seqemê û bê alîkarî de ji ber berfa ku ketîye 5 zarokan jiyana xwe ji dest daye.”

Li herêmên kurdan saziyên çalak û alîkariyan digihînin koçber û bêmalan, Heyva Sor a Kurdî, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û ofîsa Netewên Yekbûyî ye.

Raport ji herêmê radigihînin ku şer û pevçûn dom dikin û hejmara koçberan roj bo rojê zêdetir dibe, her çende agirbestek heye, lê HSD’ê doh gotibû ku "Hêzên me pabendbûna xwe bi peymanê û pabendbûna xwe ya bi rêzgirtina wê tekez dikin.”

Wezareta navxwe ya hikûmeta demkî ya Sûrîyê di daxuyanîyekê de gotibû ku agirbest bo 15 rojan hatîye dirêjkirin, û dirêjkirina agirbestê ji bo piştgirîya operasyona Amerîka ya veguhestina girtiyên Daişê bo Îraqê tê.

Your browser doesn’t support HTML5

Heyva Sor a Kurdî: Xelkê Rojava Jiyaneke Pir Zehmet Derbas Dikin