Şandeke Hikûmeta Demkî ya Sûrîyê Derbasî Firokxaneya Qamişlo Dibe

Screenshot SANA

Ajansa nûçeyan a Sûrîyê (SANA) ragihand ku şandeyeke wezareta navxwe ya Sûrîyê bi serokatîya fermandarê Ewlekarîya Navxweyî ya Hesekê Merwan Elî û Rêveberê Ewlekarîya Balafirgeh û Derîyên Sînor Ehmed Ehmed, digel cîgirê serokê Desteya Giştî ya Firokevanîya Sivîl Emced Nexal, roja Yekşemê bo amadekariyên firokxaneyê serdana bajarê Qamişlo kirin.

Li gor SANA şand bo radestkirina firokxaneyê "li gorî rêkeftina di navbera Hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de û ji bo nirxandina amadekariyên ji bo vekirina wê, çûne Qamîşlo."

Derbarê vê serdanê, rojnamevan Bedirxan Ehmed di platforma xwe ya X'ê de dîmenên firokxana Qamişlo weşandin û da zanîn ku şanda hikûmetê ligel nûnerên Rojava û asayîşa herêmê di civînê de ne.

Sekreterê Partîya Demokrat a Paşverû ya Kurdî li Sûrîyê Ehmed Berekat ji Dengê Amerîka re piştrast kir ku îro Yekşemê 8ê Sibatê "şandeke hikûmeta demkî hatîye Qamîşlo û ketîye balefirxaneya Qamişlo bo çareserkirina pirsa firokxaneyan û deriyên sînor."

Çalakvan dibêjin ev nêzî 10 roj in ku rêkeftina dualî di navbera HSDê û Hikûmeta Demkî ya Sûrîyê de hatiye îmzekirin, lê heta niha xelkê herêmê û bi taybet pêkhateya kurd hest bi aramîyê nekirine.

Wî di derbarê cîbicîkirina rêkeftina HSD'ê û Hikûmetê de got,"heta niha rêkeftin baş pêşve diçe, em bi hêvîne ku her du alî bikarin astengîyên hene çareser bikin."

Ahmed Barakat, sekreterê Partîya demokrat a Pêşvero a Kurdî li Sûriyê

Berekat venaşêre ku ser rêkeftinê gelek pirsgêrêk û astnegîyên din hene û millet ditirse ku careke din şer çê bibe "Gelek problem, gelek tirs di nava xelkê herêmê de heye ku ji nişkave careke din şer derkeve."

Berekat dibêje, xelkê Sûrîyê her hemî gelek ji şer westîyane û ew hêvîdarin ku şer êdî bidawî bibe.

Berekat hêvî dike ku hêzên navnetewî wek Amerîka û Fransa garantor di peyman dualî de bimînin, ji bo ku aramî bi tevahî li herêmê serdest be, jiber ku di 14 salan de bi taybet kurdan gelek zehmetî dîtine û gelek qurbanîyên wan çêbûne.

Raportên herêmê didin zanîn ku dibe ciyên giştî yên weke firokxane û derîyên sînor dê bi şêweke hevpar ji alîyê karmendên hikûmeta demkî û karmend û asayîşa Rêveberîya Xweser ya li Rojava werin birêvebirin.

Rêkeftina dualî ya HSD'ê û hikûmeta demkî ya Sûrîyê, bi navbeynkarîya Amerîkayê di 30'ê meha Çile de pêkhat.

Your browser doesn’t support HTML5

Siyasetvan Ahmed Berekat Rêkeftina HSD û Hikûmeta Demkî Dinirxîne