Îro Sêşemê demjimêr 1:20 Komara Îslamî ya Îranê carek din bi mûşekan êrîşî ser bingeha Komela Zehmetkêşên Kurdistan ya li Dola Alan kir.
Emced Husên Penhaî Endamê Desteya Serokatiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê di daxuyanîyekê de ragihand ku Komara Îslamî bi sê mûşekan êrşî bingeha wan ya li Dola Alan, ya li Parêzgeha Hewlêrê kirîye.
Di daxuyanîyekê de Penahî dibêje, êrîşa pêkahtî gelek bihêz û dijwar bû, lê ji ber ku amdekarîyên pêşwext yên parastina ewlehîyê hatbûn kirin, kuştin çênebûye lê du birîndar hene û birîna wan sivike.
Ev êrîş beşeke ji pêla êrîşên domdar yên artêşa Îranê ku bi mûşek û dronan li ser binghên partiyên Rojhilat yên ku opozisyona hikûmeta Tehranê ne û li Herêma Kurdistanê dimînin, encam didin.
Li gorî daxuyanîya Komalê, ji destpêka şerê Îran û Amerîkayê ve li herêmê, hejmara giştî ya êrîşên mûşekî û dronan ku li dijî bingehên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê pêkahtine, gihîştiye zêdetirî 102'an.
Raportên Medya herêmî dibêjin ji 28ê Sibatê ve heta niha zêdetirî 960 êrîşên mûşekî û dronan li Herêma Kurdistanê pêkhatine, di encamê de 32 kes hatine kuştin û 156 kesên din jî birîndar bûne, di nav wan de 19 Pêşmerge ji pênc partiyên Rojhilatê Kurdistanê ne, lê Dengê Amerîka nikarî bi şêweke serbixwe hejmara êrîşên û qurbaniyan piştrast bike.