Ajansa Nûçeyan a (KURDPA) ragihand ku Mela Osman Zakirî, mamosteyekî olî yê Mizgefta Elî Awa li Bukanê, bê dadgehkirin û lêpirsîna yasayî ji kar hat dûrxistin.
Li gorî heman Ajansê melayê Sunnî ji ber ku di dema şerê 40 rojî de di axaftinên xwe yên li mizgeftê de behsa kuştina Elî Xamineyî nekiriye, ji kar hatiye dûrxistin.
Di raporê de hat gotin ku Mela Osman Zakirî, melayekî Sunnî yê navdar e li Bukanê, di salên dawî de ji bo piştgirîya malbatên xizan sindoqeke xêrxwazîyê ava kiriye. Li gorî vê raporê, nêzîkî 60 malbat ji Bukan û gundên derdorê ji xizmetên wê sindoqa xêrxwazî sûd wergirtine.
Li gorî raportê, rêveberiya mizgeftê û sindoqa piştgirîyê radestî îmamê nû hatiye kirin û malbatên ku berê ji pereyan sûd werdigirtin, ji wergirtina piştgirîyê bêpar mane.