HSD Dibêje Piştî Agirbestê Hîn Êrîş li Eyn Îsa û Şedadî Dibin

Eyn Îsa

Hêzên Sûrîya Demokrat di daxuyanîyekê de ragihand ku zêdebarî ragihandina agirbestê û daxuyanîyên fermî yên di vî warî de hatine dayîn, girjîyên metirsîdar li Eyn Îsa û Reqa hene.

Navenda Medyayê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk îro Duşemê 19 Çile 2026'ê an, daxuyanî ser rewşa dawî a li herêmê li ser platforma X'ê weşand. Daxuyanî dibêje, "Komên girêdayî hikûmeta Şamê êrîşên xwe yên li ser hêzên me li Eyn Îsa, Şedadê û Reqayê didomînin.”

"Di vê demê de, li derdora Zindana el-Eqtan a li Reqayê, ku girjîyên rêxistina terorîst a Daişê lê dimînin, di navbera hêzên me û wan koman de pevçûnên tund diqewimin, ku ev yek pêşkeftinek pir xeternak nîşan dide."

Di beşekî daxuyanîyê de HSD'ê dibêje, "Em ji raya giştî re piştrast dikin ku asta gefê bi girîngî zêde dibe, di nav hewldanên van koman de ku bigihîjin girtîgehê û kontrola wê bigirin dest xwe."

HSD'ê dide zanînin ku Kiryarên weha dikarin bibin sedema bandorên cidî yên ewlehîyê ku gefeke li ser ewlehîya herêmê bi tevahî û derî li vegera ajawegêrî û terorîzmê vedikin."

Ajansa SANA ya Sûrî li gur wezareta navxweyî ragihand ku yekîneyên hêzên artêşa Erebî ya Sûrî " dest bi ketina gundewarê rojhilatê Dêra Zorê kirine."

Wezaret dide zanîn ku yekîneyên wan bi armanca kontrolkirina herêman û parastina ewlehîyê tên belavkirin.

Çavdêrîya Sûrî bo Mafên Mirov (SOHR) derbarê rewşa ewlehîya li herêmê dibêje, êrişî Navendeke Heyva Sor ya li Hesekê hatîye kirin, ku ji alîyê rêxistineke navneteweyî ve tê fînansekirin.

"Piştî ku hemû alavên wê yên bijîşkî û elektronîkî li kampa el-Erîşa li gundewarê başûrê Hesekê hatin talankirin, hate şewitandin,“ Çavdêriyê got.