Bang û Daxwazên Yekgirtinê di Nava Kurdan de

Civîna Hevbeniya Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê

Îro roja Duşemê 30 partî û rêxistinên Kurdan û Ereban li Rojava û bakurê Sûriyê daxwaza yekgirtinê kirin û dan zanîn ku di rewşa îro de li herêmê pêwîstiyek mezin bi yekrêzî û yekgirtina hemû hêzan heye, da ku pirsa kurd li bakurê Sûriyê pêş bikeve û şerê li dij DAIŞê bihêztir bibe.

Herweha berî demekî Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê, Partiya Azadiya Kurdistanê, Encûmena Hoz û Êlên Kurdî û Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriyeyê, hewila yekgirtina hêzên sereke li Rojava kir bûn.

Dilawer zengi

Dilawerê Zengê endamê Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê û serokê Yekêtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê bo dengê Amerîka pişka Kurdî da zanîn ku ev demeke ew di têkliyan de ne û pêngav havêtine da kû hêzên Kurdî nêzîkî yek bikin, Zenî got Ew bi berpirsên Encûmena Niştîmanê ya Kurdên Sûriyê (ENKS)ê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ê civiyan, bi armanca ku destpêkê çend xal bihên erê kirin yên weke rawestandina êrîşên mediyatîk li dij hevdu.

Zengî herweha da znaîn ku, raman û dîtinên herdu aliyên Kurd yên Sereke li bakurê Sûriyê ne wek hevin ew jibo çareseriya pirsa Kurd li Sûriyê cûda difikirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn li gel Dilawer Zengî