Ayşegul Dogan Banga Tevlîbûna Komisyona Aştîyê li Yenî Partî Dike

Berdevka Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Doganê

Berdevka Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Doganê bang li Yenî Partîyê kir ku beşdarî Komîsyona Şopandinê ya pêvajoya aştîya Tirkîyê bibe.

Doganê îro Çarşemê di bernameyake Medyascope TV de dîyar kir ku divê Yenî Partî jibo raya giştî di Komîsyona Şopandinê de cîh bigire.

‘’Nabe ku partîyeke tim meclîsê raber dike, di komîsyona meclîsê de, di xebatên mayînde yên çekdanînê de cîh negire, wisa ewê pişta xwe bide fersendeke dîrokî’’ Doganê got.

Wê dîyar kir ku divê Yenî Partî careka din ser biryara xwe bifikire.

Yenî Partîyê hefteya borî ragihandibû ku ewê di Komîsyona Şopandine de cîh negire.

Serokê Yenî Partîyê Ozgur Ozel gotibû jiber ku desthilatê ser demokratîkbûnê ti gav neavêtiyê û ji rêka demokrasîyê veçerixîye wan biryareke wisa daye.

Li gor ragihandina seroktîya parlemana Tirkîyê di Komîsyona Şopandinê de wê 19 kes cîh bigirin.

Di Komîsyona Şopandine de bi temsîla li meclîsê 3 endam para Yenî Partîyê dikevin.

Derveyî Yenî Partîyê, Îyî Partîyê ragihandiye ku ewê di komîsyonê de cîhê negire ku para wê 1 endam e.

Eger ew partî ji biryarên xwe vengerin, wê 4 kursîyên komîsyonê li gor rêjeya temsîlê li partîyên din werin belavkirin.

Çaverê ye Komîsyona Şopandinê hefteya pêş civîna xwe ya yekê çêke.