Tirkîyê ji Wezîfedarkirina 15 Hezar Mamostayan Tenê 16 Mamostayan bo Zimanê Kurd Vediqetîne

Panela Zimanê Kurdî li Wanê

Wezareta Perwerdê ya Tirkîyê ragihand ku ewê berî sala 2027'an destpê bike 15 hezar mamostayan wezîfedar bikin û ji vê hejmara mamostayên zimanê Kurdî 16 ye.

Li gor ragihandina wezaretê wê di Kurdî de, ji ‘’Ziman û Zaravayên Zindî’’, bo Kurmancî 15 mamoste, bo Zazakî jî 1 mamoste werin tayînkirin.

Wezîfedarkirina mamostayan wê dawîya vê salê re çêbibe.

Dengê Amerîka ser biryara Wezareta Perwerdehîyê bi xwendekar û rêberên platformên zimanê Kurdî re peyivî.

Serokê HEZ-Kurdê Suphî Ozgen dibêje, Wezareta Perwerdehîyê ya Tirkîyê zimanê Kurdî ji damarîyê dihesibîne û neheqîyê lê dike.

Ozgen dîyar dike ku gerek wezaret jiber tercîhên ser zimanê Kurdî herî kêm 100 mamostayan bo ziamnê kurdî veqetîne û dibêje ev kontenjana bi 16 mamostayan nîşan dide ku prosesa aştîyê ya li Tirkîyê heta niha jî ti tesîreke erênî li kontenjanê nekiriye.

Agahîyên Wezareta Perwerdê raber dikin ku bo dersên bi Kurmancî û Zazakî îsal pirtir ji 86 hezar xwendekaran serlêdan kirine û bo wan li 16 bajarên Tirkîyê niha 153 mamoste li ser kar in.

Jinên Kurd li Tirkîyê di xwepêşandaneke de daxwaza fermî kirina zimanê Kurdî dikin.

Serokê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Memur-Senê Hudaî Morsumbul dide zanîn ku bo tayînên nû kontenjana jibo zimanê Kurdî li gor par û pêrar 8 qat hatiye zêdekirin, bes dibêje her çiqas ew gaveke erênî ye jî li ber tercîha xwendekaran kêm dimîne.

Morsumbul dibêje gerek jibo zimanê Kurdî seferberîyek çêbe ku zêdetir mamoste werin tayînkirin.

Li gor Morsumbul, gerek zanîngehên bi beşa ziman û edebîyata Kurdî, bi rêka sendîkayan bi meqamên fermî re danûstandinan bikin û bi kordînasyonê hewil bidin kontenjanên bo mamosteyên vî zimanî zêdetir bikin.

Xwendekarên ku dikarin bibin mamosteyên Kurmancî û Zazakî di halê hazir de ji zanîngehên li Amed, Mêrdîn, Mûş, Bîngol û Dêrsimê mezûn dibin.

Mihemedê Qaxizmanî, ku li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê xwendekarê Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî ye, dibêje ciwan jiber tayînkirinên kêm siberojeke baş di vê beşê de nabînîn û naxwazin tercîh bikin.

Qaxizmanî dîyar dike ku bi kontenjanên kêm pêşveçûna beşên ziman û edebîyata Kurdî li şûna xwe disekine gavên mezin jî biçûk dimînin.

Ew dibêje divê li gor tercîhan û pêdivîyan jibo Kurdî gavên ji dil û samîmî werin avêtin.

Kurmancî û Zazakî li dibistanên navîn yên Tirkîyê ji 2012’an vir ve dikarin wek ders werin hilbijartin.

Xwendekarên di sinifên 5, 6, 7 û 8’an de gava Kurmancî yan Zazakî hildibijêrin her hefte 2 saetan wê dersê dibînin.

Wezareta Perwerdehî ya Tirkîyê sala 2014’an 14 ji Kurmancî 3 ji Zazakî bi 17 mamosteyan dest bi tayînkirina mamosteyên zimanê Kurdî kir.

Agahîyên fermî nîşan didin ku ji beşên ziman û edebîyata Kurdî heta niha pirtir ji 2 hezar kes mezûn bûne tenê nêzî %11'ê wan mezûnan hatine tayînkirin.