Li Qamişlo Alozîya Navbera Rejîm û Kurdan Didome

Ev çend roj in rewş li bajarê Qamişlo ne arame û ji pevçûnîn bi çekên sivik di navbera rejîm û Asayîşê de derketiye holê.

Piştî hewilên rejîmê ku sîvîlan bigire û wan bibe tevlî nav artêşa xwe bike, Asayîşa Rojava hêza xwe li kolanên sereke belav kir û di encamê de pevçûn derketin û endamekî Asayîşê birîndar ket.

Di bûyeran de, herwiha nêzîkî 30 endamên rejîmê ji alîyê Asayîşê ve hatin girtin ku berpirsekî mezin yê leşkerî jî di nav wan de ye.

Your browser doesn’t support HTML5

Li Qamişlo Alozîya Navbera Rejîm û Kurdan